Çalakiyên ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê dewam dikin: 12 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çalakiyên ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê dewam dikin. HPG'ê diyar kir ku 12 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, kamerayeke mobesse jî hatiye îmhakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê hêzên me bi ruhê fedaî yê Apoyî li ser xeta Zîlan çalakiyan dewam dikin. Di encama çalakiyên hêzên me de ku bi rengekî lehengî şer dikin, 12 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker birîndar bûn û sîstemeke kamera ya mobesse hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran bi obusan, helîkopterên êrişê û 14 caran jî bi balafirên şer bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand."

Agahiyên berfireh ên çalakiyan û êrîşan wiha ne:

"Di çarçveoya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

29'ê Hezîranê li qada Kokerê, dagirkerên ku tevdigeriyan ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin şopandin. Piştî ku hêzên me dagirker xistin bin kontrola xwe, saet di 05:30'î de ji du baskan ve lê dan. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên ferdî û giran li dagirkeran xist. Li vê derê 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî ji nêz ve li dagirkeran xist û 5 dagirker ceza kir, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

27'ê Hezîranê saet di 21:00 de hêzên me dest li helîkopterên êrişê werdan ku dixwest bombeyan li qada Çemço bibarînin. Di encama destwerdana hêzên me de helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

28'ê Hezîranê saet di 05:30 û 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, dema ku dagirkeran xwe tev dan, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê lê dan. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

28'ê Hezîranê danê nîvro li Qada Berxwedanê ya Girê FM dagirkerek bi sûîqestê ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate cezakirin.

28'ê Hezîranê saet di 15:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li dijî dagirkerên ku dixwestin ber bi tunelên şer ve bên destpêkê bi çekên giran, piştre jî bi taktîka sabotajê çalakî hate lidarxistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Piştî vê çalakiyê dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin. Heman rojê sîstemeke kamera ya mobesse ya dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

28'ê Hezîranê li herêma Zapê bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li qada Şikefta Birîndara hate barandin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi helîkopterên êrîşê û balafirên şer;

28'ê Hezîranê qadên qadên berxwedanê yên Çemço, Sîda, Saca, Girê FM, Girê Cûdî, Girê Amediyê, Kurojahro û Şehîd Şahîn bi dehan carî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan, ji aliyê helîkopteran ve û 10 caran jî bi balafirên şer hatin bombekirin.

28'ê Hezîranê li herêma Avaşînê, Qada Berxwedanê ya Werxelê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan, 4 caran jî bi balafirên şer hate bombekirin. Di encama bombardûmanê de agir bi qada daristanî ket û şewat hîn jî dewam dike.

28'ê Hezîranê li herêma Metînayê, tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî û Girê Şehîd Zemanî bi helîkopterên êrîşê û obusên ji aliyê qereqolên li ser sînor ve hatin avêtin, hatin bombekirin."