Çalakiyên gerîla yên li Colemêrg û Amedê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Amed û Colemêrgê di çalakiyên gerîla de gelek leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 2'ê Gulanê saet di 16:30 de, li herêma Oremar a navçeya Gever a Colemêrgê, hêzên me ji cihekî nêz li artêşa TC a li Girê Çeta bi cih bû bû, xistin. Di vê çalakiyê de bi çekên RPG-7 derbên xurt li çepera tankê û çepereke veşartî hate xistin. Derb li tanka li vir ket, lê hejmara mirî û birîndarê leşkeran nehate zelalkirin.

2'ê Gulanê saet di navbera 10:00-11:00 de, hêzên me li dijî leşkerên li girê Elîşêr ê li herêma Oremarê bi cih bû bûn, çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li 2 çeperên li vir hatin xistin û 3 leşker hatin kuştin.

28'ê Nîsanê, artêşa TC li mintiqeya Deriyê Grana ya li Govendê derket operasyonê. Operasyon roja 30'ê Nîsanê bi rengekî bê encam, qediya.

1'ê Gulanê, artêşa TC li qada Şehîd Brûsk a li navçeya Pîran a Amedê dest bi operasyonê kir. Artêşa TC li bejahiya gundên Xaçek, Uçkula, Pirêjman û Heredanê bi cih bû. Hêzên me roja 2'ê Gulanê saet di 17:25'an de dor li leşkerên li kaşê Uçkula girtin û xwe berdan nava wan. Di vê çalakiyê de ku li dijî koordînasyona operasyonê hate kirin, 5 leşker hatin kuştin ku di nava wan de fermandarê yekîneyê jî heye. Leşkere jî birîndar bû. Ev çalakî ji bo hevalên me yên li Amedê şehîd bûn hate kirin. Operasyon hê dewam dike.

27'ê Nîsanê, balafirên keşfê yên bê mirov li ser herêma Alîbogazi ya Dersîmê geriyan. Qereqolên Amudka û Akirekê jî bi çekên giran li vê qadê reşandin.

Heman rojê saet di 05:00 de artêşa TC leşkerên xwe danî herêmê. Danê nîvro, di navbera du baskên operasyonê û hêzên me de şerekî giran rû da. Piştî vî şerî baskên operasyonê bi qedemeyekê xwe vekişandin. Bi vekişîna yekîneyen operasyonê re artêşa TC bi çekên giran li mintiqeyê reşand. Li dû vê gulereşandina bi çekên giran, yekîneyên dijmin hewl dan ji nû ve bikevin nava herêmê. Li vê derê careke din din avbera yekîneyên dijmin û hêzên me de şer derket. Piştî vî şerî, leşker neçar man xwe vekişînin heta kaşê qadên Telefon û Încebelê.

Roja 28'ê Nîsanê, helîkopterên bi tîpa Skorsky bi serkêşiya hin unsûrên teslîm bûne, hatin mintiqeya hêzên me. Di navbera yekîneyên operasyonê yên ketin qadê û hêzên me de şer derket. Vî şerî 2 rojan dewam kir û gelek ji leşkerên Tirk hatin kuştin. Di şer de ji gerîlayên me jî şehadet çêbûn.

Der barê agahiyên gerîlayên me yên şehîd bûne, wê piştre agahî werin dayîn. Ev operasyon roja 29'ê Nîsanê qediya ye.

1'ê Gulanê saet di 16:30 de, 2 helîkopterên bi tîpa Kobra li quntra Dokûzkaya ya Dersîmê xistin. Di heman demê de helîkopterên bi tîpa Skorsky helşker danîn herêmê. Heman rojê saet di 20:30 de, artêşa TC leşker danî herêmên Dokûzkaya û Hakîsê û dest bi operasyonê kir. Operasyon hê dewam dike.

17'ê Nîsanê saet di 20:30 de, artêşa TC li herêma Şehîd Fîraz a Osmaniyeyê êrîşeke hewayî kir. Piştre bi helîkopterên bi tîpa Kobra êrîşeke giran li heman cihî hate kirin. Di encamê de hevalê me Zinar ê ku li herêmê bi erka xwe radibû, şehîd bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Zinar Qoser
Nav paşnav: Ozgur Gokturk
Cihê jidayikbûnê: Manîsa
Dayik-Bav: Hanîfe-Şehmûs
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Nîsana 2017 / Osmaniye"