Çalakiya sekvaniyê ya li dijî çawîşê pispor a li Farqînê YPS’ê girt ser xwe
Çalakiya sekvaniyê ya li dijî çawîşê pispor a 3’yê Cotmehê li navçeya Farqîn a Amedê hate kirin, YPS’ê girt ser xwe.
Çalakiya sekvaniyê ya li dijî çawîşê pispor a 3’yê Cotmehê li navçeya Farqîn a Amedê hate kirin, YPS’ê girt ser xwe.
Di daxuyaniya li ser navê YPS’ê hate kirin de, hate ragihandin ku ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Andok ve ji nêz ve li dijî çawîşê pispor çalakiyek hatiye kirin û hatiye kuştin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tîma YPS’ê ya ku çalakî pêk anî bê ku windahiyek bide bi sax û silametî gihiştine navendên xwe.