Çalakiya rûniştinê ya li Amedê di roja 18’an de ye

Çalakiya rûniştinê ya Amedê di roja 18’an de didome.

Çalakiya rûniştinê ya li Amedê ya li dijî desteserkirina şaredariyan di roja 18’an de didome. Çalakî li Rêya Lîseyê didome.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, endamên dîwana hevserokatiya KCD’ê, parlementerên HDP’ê Remziye Tosûn, Mûsa Farisogûllari, Îmam Taşçier, Salîha Aydenîz, Dayikên Aştiyê, hevşaredarên HDP’ê û endamên TJA’yê jî tê de bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn.

BEŞDARÎ ZÊDE DIBE

Girseya li qadê sloganên ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ û ‘Amed ya me ye’ berz dikin.

Çalakî bi çepik û pîspîskan saet di 11.00’an de dest pê kir û li ser kursiya serbest gel fikrên xwe tîne ziman. Her deqîqeya ku beşdarî zêde dibe, tevlêbûna çalakiyê zêde dibe û bi daxuyaniya çapemeniyê ya saet di 13.00’an de wê bi dawî bibe. Polîsan dora rêyan girtine yên ku diçin qada çalakiyê.