Çalakiya greva birçîbûnê li Mexmûrê didome

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 25’an de didomînin.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 1’ê Sibatê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, 25 roj in berdewam e.

Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 13’an ve hate dewrgirtin. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 12’an Çîdem Uren axivî.

Çîdem Uren di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kompoya navneteweyî û wiha got: “Beriya 25 salan Rêbertiya me bi komployekê hate dîlgirtin. Dijmin bi vê komployê xwest gelê Kurd qir bike û Rêbertî ji me dûr bixe, lê Rêbertî her tim di dilê me de ye. Dibe ku di aliyê fîzîkî de ne li gel me be, lê di aliyê îdeolojî de gel me ye. Em ê heta azadiya Rêbertiya xwe di nava çalakiyan de bin. Ji bo wê jî em bang li gelê Kurd dikin ku di vê pêvajoyê de bi erk û berpirsyatiyên xwe rabin.”

Merasîma dewrgirtinê bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.