Çalakger Dêrsim Dag: Em li vir in!

Parlementera HDP’ê Dêrsim Dag a ku li Amedê di greva birçîbûnê de ye, bersiv da Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû yê ku talîamata destgîrkirinê daye. Dag got ku, “Em li vir in û berxwedana me didome.”

Parlementera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag jî di nav de pênc endamên HDP’ê Sevîcan Yaşar, Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer roja Yekşemê li Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Polîsan êvarî girtibûn ser çalakiyê û ji xeynî Dag, çalakgerên din destgîr kiribû.

Parlementera HDP’ê Dag li avahiya HDP’ê û pênc çalakgerên din jî li nezaretxaneyê çalakiya xwe didomînin.

Piştî destgîrkirina çalakgeran, Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû diyar kiribû ku talîmata destgîrkirinê wî daye.

Dag bersiv da Soylû û got ku, “Tekane derê Soylû bûye HDP û ev berxwedan. Nîşaneya herî mezin a tecrîdê ev e ku, Wezîrê Karê Navxweyî fermanan dide dadgehan. Lê em li vir in û berxwedana me didome. Heta ku em encamê bistînin, wê berxwedana me bidome.”

Dag diyar kir ku li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk û qeyûman ew ê gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê di 31’ê Adarê de bersiveke xurt bidin Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû û Serokkomar Recep Tayyip Erdogan.