7 sal çûn lê kujerên Serdeşt Osman nehatin dîtin!

Sala 2010’an nûçegihan Serdeşt Osman ji hêla PDK’ê ve hate revandin û piştre kuştî hate dîtin. 7 sal derbas bûn lê kujerê Osman nehatin dîtin.

Sala 2010’an nûçegihan Serdeşt Osman ji hêla PDK’ê ve hate revandin û piştre kuştî hate dîtin. 7 sal derbas bûn lê kujerê Osman nehatin dîtin.Serdeşt Osman li ser malbata Barzaniyan piştî ku 4’ê Gulana 2010’an nivîsek nivîsî li Hewlêrê hate revandin û piştî bi 2 rojan cenazeyê wî hate dîtin. Ev 7 sal di ser mirina wî re derbas bû lê hê jî kujerên Osman nehatine dîtin.

Nûçegihan Serdeşt Osman nivîseke rexneyî li ser PDK û malbata Barzaniyan nivîsî bû. Osman ê 22 salî piştî ku hate revandin li ser rêya Mûsilê destê wî girêdayî hate dîtin û di serê wî de jî guleyek hatibû teqandin.

RÊXISTINÊN ÇAPEMENIYÊ PIRSÎ BÛN

Malbata û hevalên Osman ji kuştina Osman PDK û malbata Barzanî berpirs dîtibûn. Piştre rêxistinên çapemeniyê CPJ û RSF jî daxuyanî dabûn û xwestibûn ku kujer werin dîtin. Lê daraza Başûr a di bin nîrê PDK’ê de li gel 7 salan jî ti gav nevaêt û dosya di nav tozên refan de ma.

Hikûmeta Başûr bi daxuyaniyekê gotibû Osman ‘endamê rêxistinekê ye’ lê navê rêxistinê nedabû. Nêzî 100 nûçegihanên Iraqî nameyeke ji Barzanî re nivîsîn û gotin ew qet ji wê daxuyaniyê bawer nakin.

‘REXNE LI MALBATA BARZANÎ ANÎ BÛ’

Serdeşt Osman di nivîsa xwe de gotibû heke ew ji malbata Barzaniyan bûye wê hemû deriyên Kurdistanê lê vebûna û rexne li vê malbatê anîbû ku dest li ser hemû sazî û dewlemendiya Başûrê Kurdistanê danîne û di beşekî nivîsê de gotibû, ‘’Heke em û Barzaniyan mirhovê hev bûna, min ê bapîrê xwe, li gel ku bi salan pêşmergeyî kiriye jî pêşmerge nayê qebûlkirin, min ê bikira Wezîrê Pêşmergeyan (…)’’

‘TENÊ ÇAPAMENIYA PDK’Ê DIKARE REHET BIXEBITE’

Piştî kuştina nûçegiha Serdeşt Osman xeta Duhok-Zaxo-Hewlêrê ku PDK lê serdest e, ji bo nûçegihanan bû mîlad. Ev xet bi kuştin, êşkence û binçavkirina nûçegihanan gelek caran hate rojevê. Di vê dema dawî de gelek saziyên çapemeniyê xebatkarên xwe ji vê xetê dikişînin. Kêm nûçegihanên mayin jî newêrin bi navê xwe nûçeyên xwe çêbikin û navên dî bi kar tînin. Li herêmê tenê nûçegihanên PDK’ê dikarin bi rehetî bixebitin.’’

‘KUJERÊ ELÎ Û ZEYNEDÎN HÊ NEHATINE DÎTIN’

13’ê Tebaxa 2016’an nûçegihanên Rojnewsê Wedat Hisên Elî û 2’yê Kanûna 2016’an nûçegihanê KNN’ê Şukrî Zeynedîn jî ji Duhokê hatibûn revandin, êşkence li wan hatibû kirin û hatibûn kuştin.

Hêzên asayişê yên PDK’ê 3’yê Adarê li Hewlêrê  bi ser mala nûçegihan Ibrahîm Abbas de girtibûn û ew binçav kiribûn. Abbas ji ber ku di medya civakî de rexne li PDK û malbata Barzanî anîbû hate binçavkirin û hê jî nayê zanîn bê ka Abbas birine kûderê.