5 kes li Agiriyê hatin destgîrkirin

Li Agiriyê di operasyonên qirkirina siyasî de 5 kes hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser gelek malên li navenda bajarê Agiriyê. Serokê Şaxê Agiriyê yê Sendîkaya Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK) Ersîn Erînçîk, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Navendî Îsmaîl Çîftçî, Rêveberê HDP'ê yê Navçeya Navendî Omer Taş, endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Sabrî Taşdemîr û rêveberê DBP'ê yê dema beriya niha Hamît Taşdemîr hatin destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Tê gotin ku hejmara kesên destgîrkirî dibe ku zêde bibe.