4 salên dawî 20 hezar HDP'î hatin destgîrkirin, 10 hezar hatin girtin

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyar Salîm Kaplan diyar kir ku di nava 4 salên dawî de 20 hezar HDP'î hatine destgîrkirin, ji wan 10 hezar kes hatine girtin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di rapora xwe ya li ser binpêkirina mafên mirovan a sala 2020'î de qala êrişên desthilatdariyê yên li dijî xwe kir. Di raporê de hate ragihandin ku dadgerî û hêza polîsan di bin kontrola tifaqa AKP-MHP'ê de ne û hate destnîşankirin ku HDP wê dema bê li dijî van binpêkirinên mafên mirovan têkoşîna xwe xurt bike.

OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ

Li gorî raporê, ji sala 2015'an ve 3 hezar û 695 endam/rêveber û parlamenter hatine girtin, tenê sala 2020'î 1750 endam û rêveberên HDP'î hatine destgîrkirin, ji wan 172 kes jî hatine girtin. Di raporê de têkildarî parlamenterên hîn jî dîlgirtî ne û cezayên wan agahî hatin parvekirin; Selahattîn Demîrtaş (4 sal û 8 meh), Fîgen Yuksekdag (Salek û mehek), Îdrîs Balûken (16 sal û 8 meh), Çaglar Demîrel (7 sal û 6 meh), Abdullah Zeydan (8 sal û mehek û 15 roj), Gulser Yildirim (7 sal û 6 meh), Mûsa Farisogûllari (9 sal).

Di çarçoveya lêpirsîna "Bûyerên Kobanê yên 6-8'ê Cotmehê" de, piştî 6 salan biryara destgîrkirina endamên berê yên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê hate dayin. Di vê çarçoveyê de 25.09.2020'î operasyonek hate lidarxistin û ji 20 kesên di vê operasyonê de hatin destgîrkirin 17 jê hatin girtin. Li Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

48 ŞAREDARÎ BI DESTÊ QEYÛMAN HATIN DESTESERKIRIN

Desteserkirina bi rêya qeyûman kku 19'ê Tebaxa 2019'an dest pê kir di sala 2020'î de jî dewam kir. Ji HDP'ê 37 hevşaredar hatin girtin, li 48 şaredariyan qeyûm hate danîn. Heta niha 17 hevşaredarên HDP'î girtî ne. Hevşaredarên girtî wiha ne: Adnan Selçûk Mizrakli (Amed), Melîke Goksû (Erzîrom), Cîhan Karaman (Colemêrg), Yildiz Çetîn (Wan), Azîm Yacan (Wan), Yakûp Almaç (Wan), Yilmaz Şahan (Wan), Gulistan Oncu (Mêrdîn), Mulkiye Esmez (Mêrdîn), Nîlufer Elîk Yilmaz (Mêrdîn), Adnan Topçû (Mûş), Yaşar Akkûş (Îdir), Hasan Safa (Îdir), Mehmet Demîr (Êlih); Ayhan Bîlgen (Qers), Şevîn Alaca (Qers).

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyar Salîm Kaplan li ser êrişên li dijî partiya xwe agahî da û destnîşan kir ku desthilatdarî bi 'rengî faşîzmê' nêzî partiya wan dibe.

'AKP NEBAŞIYA RÊXISTINBÛYÎ YE'

Kaplan anî ziman ku nêzîkatiya AKP'ê ya li partiya wan nîşaneya siyaseta hiqûqa dijminane ya li dijî gelê Kurd e û got, "Desthilatdariya AKP'ê 18 sal in bûye nebaşiyeke rêxistinbûyî li ser serê civakê. Ya ku vê nebaşiya rêxistinbûyî têk bibe, dînamîka bingehîn HDP ye. Eger HDP nebe dibe ku 18 salên din jî li ser desthilatdariyê bimînin. Lê belê ya ku wan têk bibe partiya me ye."

Kaplan diyar kir ku Tirkiye piştî sala 2010'an ji avakirina hiqûq, demokrasî û aştiya navxweyî dûr ket û têkildarî sedemên qeyûm û girtinan jî wiha axivî: "Karakterê bingehîn ê desthilatdarên faşîst hemûyan, eciqandina yên li derveyî xwe ye. Sedema danîna qeyûman û girtina endam û rêveberên partiya me ev e. Ji sala 2016'an ve 20 hezar endamên me hatin destgîrkirin û 10 hezar ji wan hatin girtin.

Pênaseya faşîzmê, desthilatdariya AKP'ê ye. Helwesta wê ya têkildarî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser hevserokê me Selahattîn Demîrtaş bi vî rengî dikare bê vegotin. Herî dawî Leyla Guven hate girtin ku ev yek nîşan dide di bin pêkanînên desthilatdariyê de neçareserkirina pirsgirêka Kurd û hewldana ji bo tasfiyeya topyekûn e. Qeyûm êrişa li dijî îradeya gelê Kurd e."

Salîm Kaplan anî ziman ku krîza piralî ya desthilatdariyê bi têkoşîna HDP'ê rû da û got, "Sedema êrişa wan a li dijî me, têkoşîna me ye. Lê belê HDP wê bi têkoşîn û sekna xwe ya bi biryar timî ji bo gelan bibe hêvî. Yên ku hewl dan gelê Kurd têk bibin bi xwe têk çûn. Yên ku hewl dan HDP'ê ji hev bixînin, bi xwe ji hev ketin. HDP wê mohra xwe deyne binê siyaseta Tirkiyeyê ya sala 2021'ê."