4'ê Nîsanê li qadên gerîla hate pîrozkirin

Fermandar Herekol li pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got, "Rojbûna Rêberê me bûyineke şexsî nîne, ew xeteke azadiyê ye ku rastî û serketin derxistiye holê."

Gerîlayên HPG û YJA Starê 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Ji fermandarên HPG-YJA Starê Kawenda Herekol, Têkoşîn Batman û Gulbahar Rojhilat jî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di merasîmê de wateya 4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd û jinan hate nirxandin.

Kawenda Herekol berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir û got, "Jidayikbûna Serok Apo ne rojbûneke şexsî ye, xeta azadiyê ye ku heqîqet, demokrasî û serketin derxistiye holê. Emrê Rêbertî ji heft heta heftê salî bi têkoşînê derbas bûye. Ji zarokatiyê heta niha, li ser şopa heqîetê û di têkoşînê de pêşengî ji me re kiriye."

45 SAL IN PÊŞENGIYÊ JI ROJHILATA NAVÎN RE DIKE

Herekol anî ziman, Ocalan bandor li gelan hemûyan kiriye ne tenê Kurdan û got, "Me bi vê hişmendî, felsefe, ruh û berxwedanê azadî nas kir. Bi pêşengiya Serok Apo 45 sal in em li çar parçeyên Kurdistanê têdikoşin. Ev têkoşîn pêşengiyê ji Rojhilata Navîn re dike. Serok Apo ji bo jinan, gelan, her kesên azadiyê dixwazin bûye çavkaniya ronahî, wêrekî û baweriyê. Rêbertî ji bo azadiyê têkoşîneke mezin dide. Her kêliya jiyana xwe bi nivîsandina dîroka têkoşîna azadiyê dijî. Em; hevrê û milîtanên wî di vê dîrok û têkoşînê de me ji xwe re serketin esas girt.

Şert û mercên Îmraiyê dibe ku ji bo me giran be. Dibe ku birîneke kûr e ji bo me, lê em ti carî hînî tecrîdê nebûn, em ê hîn nebin. Kes nikare bi vê tecrîdê îrade û baweriya me bişikîne. Di şexsê Leyla Guven û Nasir Yagiz de bi pêşengiya greva birçîbûnê em bûne xelek li dora Rêberê xwe. Bi taybetî dixwazin me ji hev dûr bixin. Rêbertî fikrek e û bawerî ye. Rêbertî ruhekî azad e û di dil û mejiyê me de bi cih bûye."

'ŞIYARA ME; YAN SERKETIN AN SERKETIN E'

Herekol diyar kir, rexnedayina herî mezin a li pêşberî Ocalan, azadkirina wî ye û got, "Rexnedayina me ya herî mezin, têkoşîna me ya 2019'an e ku em ê bi şiyara 'Em ê dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin' jiyaneke azad û wekhev a bi Rêbertî re esas bigirin. Ji bo serketina vê yekê em ê heta dawiyê têbikoşin. Li ser vê bingehê, bi ruhê 4'ê Nîsanê em ê sala 2019'an bi xet û têkoşîna jinê, Kurdistana azad diyarî Rêberê xwe bikin. Em ê bi Rêberê xwe re têkiliyeke rast a hevrêtiyê deynin. Şiyara me; Yan serketin an serketin e."

Piştî axaftina li merasîmê agir hate dadan û govend hate gerandin. Dûre dar hatin çandin û pîrozbahî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.