4'ê Nîsanê li gelek bajarên Ewropayê hate pîrozkirin

Rojbûna 70'î ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê hate pîrozkirin.

Rojbûna 70'î ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê hate pîrozkirin.

ELMANYA

Li bajarê Kolnê, Meclîsa Jinê ya Viyan meşek pêk anî û serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên AvEG-Konê kir.

Li Hildesheimê, li konê ku li dijî tecrîdê ji bo 6 mehan hatiye vedan, rojbûna Ocalan hate pîrozkirin.

4'ê Nîsanê li Hagenê jî hate pîrozkirin. Piştî nîşandana sînevîzyonê pîrozbahî bi çalakiyên cuda dewam kir.

Li Meschedeyê, 4'ê Nîsanê bi şahiyekê hate pîrozkirin ku bi giranî jin û zarok tevlî bûn.

Cihekî din ku 4'ê Nîsanê hate pîrozkirin, bajarê Dortmûnd bû. Piştî axaftinan govend hate gerandin û sînevîzyona "4'ê Nîsanê" ya li ser jiyana Ocalan hate nîşandan.

Rojbûna 70'î ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Duisburgê hate pîrozkirin. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn û piştî nîşandana sînevîzyona li ser jiyana rêberê xwe, Hozan Nesîr û Koma Agirê Rojê derket ser dikê.

Kurdistaniyên li Hamburgê ji bo balê bikişînin ser 4'ê Nîsanê û grevên birçîbûnê li ber avahiya Rote Flora mîtîngek pêk anîn.

4'ê Nîsanê li Wuppertalê li salona Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate pîrozkirin. Siyasetmedara Kurd Besîme Konca li qada çalakiyê axivî, bi bîr xist ku grevên birçîbûnê li asteke krîtîk e û bang li her kesî hate kirin ku xwedî li vê berxwedanê derkeve.

Li bajarê Aurichê, malbatên şehîdan û zindaniyan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di çalakiyê de işaret bi grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hate kirin û ji bo xwedîderketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang hate kirin. Piştî axaftinê stran hatin gotin.

4'ê Nîsanê li paytext Berlînê hate pîrozkirin. Parlamenterên berê yên HDP'î ku çalakiya nobedê didomînin tevlî pîrozbahiya li navenda NAV-DEM'ê ya li Berlînê bûn.

ERMENÎSTAN

Li gundê Araksê yê navçeya Oktomberyan a Ermenîstanê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Pîrozbahî li 'Bexçeyê Rêbertî' yê li gundê Araksê pêk hat.

FRANSA

4'ê Nîsanê li banliyoya Villeneuve Saint Georges ya paytext Parîsê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de piştî axaftin û peyaman, sînevîzyon hate nîşandan û çalakiyê bi muzîkê dewam kir.

Li banliyoya Villiers le Bel a Parîsê, 4'ê Nîsanê hate pîrozkirin. Ji hunermendên TEV-ÇAND'ê Diyar, Deza Amed û Farqîn Azad derketin ser dikê.

Rojbûna Ocalan li banliyoya Evry a Parîsê hate pîrozkirin. Girseya gel li ber stranan heta dernegiya şevê govend gerand.

HOLLANDA

Li bajarê Den Haagê 4'ê Nîsanê hate pîrozkirin. Ji TJK-E'yê Aliye Varto li qada çalakiyê axivî û piştre sînevîzyon hate nîşandan. Huseyîn Yildiz û Hasbî Çelebî yên 3 meh in di greva birçîbûnê de ne, tevlî çalakiyê bûn. Çakici di çalakiyê de helbesta xwe xwend, Yildiz jî li ser wateya rojê axivî.

QIBRIS

4'ê Nîsanê li bajarê Lîmassolê hate pîrozkirin. Pîrozbahî li Navenda Çanda Kurd a Tehofîlosê pêk hat. Di çalakiyê de berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

YEWNANISTAN

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanîstanê 4'ê Nîsanê hate pîrozkirin. Bi navê NÇK'ê Nejdet Atalay axivî û piştre sînevîzyon hate nîşandan.

ÎTALYA

4'ê Nîsanê li Romayê hate pîrozkirin û bi sedan kes tevlî bûn. Erol Aydemîr ê li dijî tecrîdkirina Ocalan 15 roj in di greva birçîbûnê de ye tevlî çalakiyê bû. Aydemîr diyar kir, ew daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan dikin û Kurd dixwazin ev daxwaza wan li dinyayê were bihîstin. Piştî axaftinan, qisekeran şitil çandin.