31 herêmên Colemêrgê hatin qedexekirin
Walîtiya Colemêrgê 31 herêmên dikevin navçe û bajarê Colemêrgê weke ‘Herêmên Ewlehiya Taybet’ ragihand û ji çûn û hatin re qedexe kir.
Walîtiya Colemêrgê 31 herêmên dikevin navçe û bajarê Colemêrgê weke ‘Herêmên Ewlehiya Taybet’ ragihand û ji çûn û hatin re qedexe kir.
31 herêmên dikevin navçe û navenda Colemêrgê ji bo 15 rojan bi hinceta ewlehiyê hate qedexekirin.
Walîtiyê diyar kir ku qedexe ji 5’ê Adarê destpê dike heta 19’ê Adara 2019’an weke ‘Herêmên Ewlehiya Taybet’ hatin îlankirin û ji çûn û hatinê re hatine qedexekirin.