3 sal ceza dan Hozan Canê

Di doza li 3’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edîrneyê pêk hat de, 3 sal û 1 meh û 15 roj cezayê girtîgehê dan Hunermenda Kurd Hozan Canê.

Hunermenda Kurd Hozan Canê bi îdîaya “endama rêxistinê ye”, “propaganda rêxistinê ye” û “alîkariya rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin.

Rûniştina biryara dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bajarê Edîrneyê hat lidarxistin.

Hozan Canê beşdarî dozê nebû û parêzerên wê Newroz Akalan û Mustafa Pekoz li rûniştina dozê amade bûn.

Dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadger kir û got derbarê îdîaya “endamtiya rêxistinê” delîl nehatine dîtin.

Dozger xwest bi îdîayên “propaganda rêxistinê” ya ji ber parvekirinên medya dîjîtal û klîbên stranan û “alîkarî daye rêxistinê” Hozan Canê were cezakirin.

Parêzeran diyar kir ku miwekîla wan sûc nekiriye û parvekirin û klîbên wê di çarçoveya xebatên wê hunerî de ne û xwestin were beraetkirin.

Piştî parastina parêzeran dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi îdîaya “alîkarî daye rêxistinê” û “propaganda rêxistinê kiriye” 3 sal û mehek û nîv ceza li Hozan Canê birî.