3 kolber birîndar bûn

Di êrişa hêzên Îranê de 3 kolber birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, hêzên Îranê doh êvarê li herêma Hewremanê êriş kirin û di encamê de 2 kolber birîndar bûn.

Hate ragihandin ku ji birîndaran Sebah ji gundê Helwijan ê Merîwanê û Kenan Tebaside jî ji Merîwanê ye.

Di nûçeyê de hate ragihandin ku 20'ê Îlonê li Baneyê jî kolber Ferîd di êrişa hêzên Îranê de birîndar bû.