3 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kirin

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa T a Dîlokê 3 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kirin. Li Girtîgeha Meletiyê jî 4 girtî 25 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven pêk tên, zêde dibe.

Li Girtîgeha Dîlokê girtiyên bi navê Abdullah Kûrt, Ûgûr Coşar û Şaban Yener dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kirin.

Dayika girtiyê bi navê Abdullah Kûrt, Nazife Kûrt ji ANF'ê re axivî û diyar kir, duh bi rêya telefonê bi kurê xwe re axiviye û kurê wê jê re gotiye, "28'ê Çileyê bi hevalê xwe yê bi navê Ûgûr Coşar û Şaban Yener re li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger dikim."

ÇALAKIYA LI MELETIYÊ DI ROJA 25'AN DE YE

Li Girtîgeha Meletiyê jî 25 roj in girtiyê bi navê Mehmet Bilgin Ûgûz, Mazlûm Dînç, Şemsettîn Aykaç û Sertaç Çelîk li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne.