27 Êzidî radestî Meclîsa Şengalê hatin kirin

27 Êzidiyên ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve ji destê çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin radestî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hatin kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di pêngava Baxozê de bi dehan Êzidî ji destê çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kiribûn. Beşek ji wan radestî malbatên wan, beşek jî radestî Rêveberiya Şengalê hate kirin.

Êzidiyên ku piştî hatin rizgarkirin birin Kampa Holê ya Hesekê dûre radestî Mala Êzidiyan a li Amûdê hatin kirin.

27 Êzidiyên li Mala Êzidiyan a Hesekê bi merasîmekê radestî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hatin kirin. Di merasîmê de fermandarê QSD'ê Şiyar Hesekê, rêveber û endamên Mala Êzidiyan jî amade bûn.

Tê payin 27 Êzidiyên hatin rizgarkirin îro saet 14:00 ji aliyê Meclîsa Gel a Xanesorê ve radestî malbatên wan bên kirin.

Kesên hatine rizgarkirin:

Suad Seydo Xelaf (29) Şengal

Cîhan Xelaf Mirad (18) Herdan

Iqbal Xelîl Birahîm (24) Koço

Rêzan Şakir Mehmud (13) Koço

Samih Felah Laylo (7) Siba Şêx Xidir

Dawid Salim Xelaf (11) Hardan

Aziza Sabrî Birahîm (25) Hatimi

Şamil Simail Xudêda (11) Koço

Xunaf Xidir Udaiyb (34) Koço

Sadiya Sasir Xelaf (13)

Suham Nasir Xelaf (11)

Cemal Ziyad Haydar (15) Solax

Xoxê Hesan Dexil (15) Solax

Selwa Xêro (10) Solax

Dilvîn Qasim Birahîm (34) Tilqesab

Sefawn Hisên (13)

Erdelan Hisên (11)

Beyan Hisên (8)

Cîhan Hisên (5)

Emşa Said Simaîl 15) Tilqesab

Evîn Mehmûd (15) Ji Rembûsî

Mufeyîd Qasim (10) Qapûsî

Swad Elî (15) Solax

Cîhan Berkat (17) Koço

Şeyîma Hemzo (8)

Emer Hemzo (5)

Diljîn Ferman (10) Kora Evdo Şengal