'24'ê Hezîranê ji bo avakirina demokrasiyê firsendeke mezin e'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî destnîşan kir ku 24'ê Hezîranê ji bo avakirina demokrasiyê firsendeke mezin e û got, "Bi têkoşîna hevpar em ê ji zext û xizaniyê rizgar bibin. AKP wê ji kendêl wer bibe."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî karê xwe yê ji bo hilbijartinê îro li Mêrdînê dike. Temellî tevî parlamenter Nîmetûllah Erdogmûş, Alî Atalan, Erol Dora û endamên Meclîsa Jinê û Meclîsa Partiyê ya HDP'ê hat Mêrdînê û bi konvoyan ji aliyê gel ve hatin pêşwazîkirin. Temellî piştre berê xwe da Qoserê.

Temellî got, "Tirkiye asê maye. Aramî û aştî ji dest daye. Em ê hêvî, aştî û demokrasiyê bi hev re biafirînin. 24'ê Hezîranê ji bo vê yekê firsendeke mezin e."

'EM Ê BI HEV RE JÊ XILAS BIBIN'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî destnîşan kir ku ji bo avakirina komara demokratîk em ê di 24'ê Hezîranê de xwedî li dengê xwe, li paşeroja xwe derkevin. Em ê bi têkoşîna hevpar em ê ji polîtîkayên şer, zext û xizaniyê rizgar bibin. Bila kes nekeve nava gumanan. Bi HDP'ê re hêvî tê. Li dijî her şêwe zext û zordariyan vaye HDP hat."

'NE WELAT, BILA DESTHILATDARÎ JI KENDÊL WER BIBE'

Di dewama axaftina xwe de Temellî diya rkir ku desthilatdariya AKP'ê welat rizandiye û got, "Divê em pêşî lê bigirin ku welêt ber bi kendêl ve dehf dide. Eger tiştekî ku divê di kendêl de wer bibe hebe, ew jî desthilatdarî ye. 24'ê Hezîranê dema vê yekê ye."

Temellî got, "Namzetê me namzetê Tirkiyeyê ye. Namzetê me parêzvanê jiyana nû ye. Namzetêm e ew kes e ku stranên vî welatî distirê. Ew kes e ku pêşî li vî welatî vedike."

Temellî destnîşan kir ku wê hefteyê heft rojan, 24 saetan bixebitin, li nava malan bigerin û got, "Her ku em bimeşin wê pêşî li demokrasî û aştiyê vebe. Em ji bîr nekin, kî vedigere bila vegere, em ê ji rêya xwe venegerin."