‘22’yê Nîsanê roja bilindbûna dengê gelê Kurd e’

22’yê Nîsanê Roja Rojnemevaniya Kurdî ye. Rojnamevanên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kirin.

Ji dema ku Kurdan got; “Êdî em hene” û kirasê koletiyê qetand, rojnamevaniya Kurdî dest pê kir, Kurdên bi qirkirinê re rû bi rû, ji nû ve weke şitlekî şîn bûn û kefenê mirinê qetand.

Kurdistan, bindest e û Kurd tu nîn in, ev gotin di mejiyê Kurdan de êdî bi rêya desthilatdariyê hatibû bicihkirin,. Kurdan azadiya xwe ji bîr kiribû, dema ku bi Kurdî diaxivîn jî rû bi rûyê her rêbaza qirkirinê dibûn. 

Di  22’yê Nîsana 1898’an de, Mîqdat Mîdhat Bedirxan, rojnameya yekemîn a bi navê Kurdistan li Qahîreyê ku paytexta Misirê derxist. Destpêka derxistina rojnameyê, weke xebateke neteweyî û rewşenbîriyê tê dîtin.

Wê demê Kurd him ji aliyê fîzîkî ve him jî ji aliyê çand, ziman û ramanî ve li hemberî zilm û êrîşa zordestiyê û desthilatdariyê têkoşîna man û nemanê dikirin, di wê rewşê de Kurd hewceyî danûstandin, ragihandin, nûçe û çand û hunera xwe bûne. Ji bo wê Mîqdat Mîdhat Bedirxan ev valahî dît û bi têkoşîna xwe rojnameya destpêkê ya bi navê Kurdistan derxistiye.

Piştî zexta Osmaniyan li ser Misirê, rojnameya Kurdistan ji neçarî gelek cih guherandine. Bedirxaniyan li weşandina rojnameya Kurdistanê li hin welat û deverên Ewropayê, yên mîna Cenevre, London û Folkstonê domandine.

Hejmarên 1’ê heta 5’an li Qahîreyê, ji ya 6’an heta 9’an li bajarê Cenevreya Swîsreyê, ji ya 20’an heta 23’yan li Qahîreyê, hejmara 24’an li Londonê, ji 25’an ta 29’an li Folkstone ya Başûrê Îngilistanê û ji hejmara 30’î heta 31’ê dîsa li Cenevreyê hatine weşandin. Piştî Mîqdat Mîdhat Bedirxan, Evdirehman Bedirxan Beg xwe daye bin barê derxistina rojnameyê, di 47 meh û 22 rojan de, li sirgûnê di rewşeke dijwar de 31 hejmar hatine weşandin.

Di 13’ê nîsana 1909’an rojnameya Kurdistanê ji aliyê Osmaniyan ve hatiye girtin. Bi vê careke din xwestiye ku Kurdan tune bike. Lê bi hatina Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan re Kurdan beton şikand û dara hişk û zuha şîn kir, serî li ber koletiyê rakir û desthilatdarî şikand.

Di destpêka Tevgera Apoyî de, rojnemegeriya Kurdî gelek girîng bû. Bi Sakîne û Mazlûman dest pê kir û heta roja ma ya îro jî ji bo derxistina heqîqetê her li ser rêya Sakîne û Mazlûman in.

Bi destpêkirina şoreşa li Rojava jî rola rojnamevaniya Kurdî gelekî giring bû, ji bo derxistina rûyê rast ê faşîzm û desthilatdariyê çi bi rêya veşartî û çi bi eşkerehî, bi awayekê bêhempa li ber xwe dida û têdikoşiya.

Bi şoreşa Rojava re, ku gelek destkeftî hatin bidestxistin, axaftina bi zimanê xwe, şikandina zincîra koletiyê, hildana ala berxwedanê û şopandina rêya azadiyê, hatin bidestxistin. Şoreşa ku bi jin û ciwanan dest pê kiriye teqez wê bi ser bikeve, di vir de rola ragihandinê gelek giring bû. 

Ji bo derxistina rûyê faşîzmê û derxistina holê ya heqîqetê, rojnemevanên rojavayê Kurdistanê gelek berdêl dan, ji bo avakirina ragihandineke azad, di ber de de gelek rojnamevan şehîd bûn. Bo mînak; Dilîşan, Rêzgar û Seîd.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, bi projeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku avakirina civakeke demokratîk ku di nav xwe de hemû neteweyan digire, di nava rojnamegeriya Ereb, Çerkes, Aşûr, Siryan û Tirk jî digire, ji bo avakirina civakeke exlaqî û polîtîk bi şev û roj dixebitin. 

Ji bo derxistina holê ya heqîqetê, berê xwe didin her derê, ji çeperên şer heta di nava civakê de, rastiyê her derdixin pêş. Ji bo wê faşîzm her dixwaze ragihandina demokrat reş bike, bi rêya propogandayên xwe wan tune bike. Lê ji bo derxistina holê ya rastiya faşîzmê, ragihandina demokrat bêyî navber têdikoşe.

Dewleta Tirk her roj êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, bi komî dikuje, talan û wêran dike. Ji bo derxistina holê ya rûyê rast, ragihandin, di her derê de cih digire û rojnamevan şehîd dibin.

Raghandina azad a demokrat ew e ku soza şopandina rêya şehîdên xwe dane û heta avakirina civakeke exlaqî û polîtîk rêya têkoşînê daye ber xwe.

Edîtora Ajansa ANHA’yê ya herêma Firatê Dîjle Ehmed, di der barê Roja Rojnamevaniya Kurdî de şehîdên ku di têkoşîna heqîqetê de canê xwe dane bi bîr anî û got: “Di şoreşa gelê Kurd de rojnamevanên Kurd bi awayekê bêhempa têkoşiyane û bûne deng ji berxwedana gelan re. Gava şoreşek çêbibe, ji bo mirov ragihîne dinyayê, rola ragihandinê gelek girîng e. Dema Şoreşa Kurd û şoreşa 19’ê Tîrmehê ku çirûska xwe ji Kobanê dest pê kir, me got em ê çawa vê şoreşê ragihînin cîhanê? Destpêka şoreşê, gelek kêmahî çêbûn û lê bi berxwedan û destkeftiyên gelan, em gihîştin asta herî bilind.” 

Dîjle Ehmed got ku di şoreşa Rojava de gel, bi awayekê bêhempa têkoşiyaye û wiha pê de çû: “Tevî gelek siyasetên qirêj ku li ser wan hatine kirin, gel bi israr daye ser rêya berxwedanê. Destpêka DAÎŞ’ê ku dewleta Tirk her roj êrîşê herêmê dikir, çapemeniya demokrat ev bar da ser milên xwe, ji bo heqîqetê li ber xwe da.

Li Bakurê Kurdistanê ji bo derxistina rûyê faşîzmê yê rastîn bi dehan rojnemevanê me tên girtin û gelek saziyên ragihandinê jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine girtin. Me rêya berxwedanê da ber çavên xwe, ji bo derxistina holê ya berxwedana gelan, têkoşîn hat kirin û bi dehan rojnemevan bûn şehîd. Di her derê de rojnemevanê me hene; ji çeperên şer heta nava civakê, li ba gelê xwe têkoşiyan.”

Dîjle Ehmed anî ziman ku erdheja li Bakurê Kurdistanê çêbûye, rojnemavên li wir ên ji bo derxistina rûyê faşîzmê yê rastîn, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine destgîrkirin û got: ”Lê em rojnemevanên li qada berxwedanê, erka me ew e ku em van destkeftiyan derbixin pêş û bi awayekê çalaktir di nava qadan de têbikoşin. Soza me ew e ku em bibin dengê berxwedana gelê Kurd, li ku berxwedan hebe em ê berê kamereya xwe bidin wir, em ê di çeperên şer de li hemberê şervanên xwe, bidin ser şopa azadiyê û şehîdên xwe û hêviyên wan bi cih bînin.” 

Nûçegihanê Ronahî TV’yê Şivan Misî jî ev tişt anîn ziman: ”Ev roj, ji bo me gelek giring e; em vê rojê li şehîdên xwe ku di ber de canê xwe dane, bi bîr tînin. Gelek pêngav dihatin kirin, rojnamevanan jî bi kameraya xwe bi awayekê bêhempa li ber xwe dan û xwe di her aliyî de îsbat kirin. Dagirkeriya Tirk, bi rojan êrîş birin ser hêrêmê. Ji bo derxistina holê ya van rastiyan, rojnamevanan her li ber xwe da.”

Misî da zanîn ku li gel kêmasiya têknîkê, rojnamevanan li ber xwe daye û rastî ragihandiye her kesî û ev tişt diyar kirin: “Rojnemevanan mil bi mil di çeperên pêş de, bi gelê xwe re li ber xwe dida. Piştî çirûska Şoreşa Rojava her kesî cih di nav rojnamevaniyê de girt û bûn dengê berxwedanê.”

Misî anî ziman ku ji ber hilbijartina wê li Bakurê Kurdistanê çêbibe, rojnamevanên ku wê rastiyê derbixin holê, dîl tên girtin û got: ”Ji ber wê, em rojnamevan, piştgirên rojnamevanên girtî ne. Lê rojnamevaniya Kurdî êdî gihîştiye asteke ku li hemberî hegemonyayê têdikoşe. Em roja rojnamevaniya Kurdî li hemû rojnamevanan pîroz dikin. Em ê her li ser rêya wan bin.”