21 roj in dor li Mexmûrê hatiye girtin

Piştî bûyera li restoranta Hoqqabaz a 17’ê Tîrmehê ya li bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistanê ku tê de endamê MÎT’ê Osman Kose hate kuştin bi destê PDK’ê ambargoyeke şidandî li ser Mexmûr hate danîn. Ev 21 roj in dor li Mexmûrê hatiye girtin.

Dorpêça ji aliyê asayîşa PDK’ê ve piştî bûyera li restoranta Hoqqabaz a li bajarê Hewlêr ku tê de endamê MÎT’ê Osman Kose hate kuştin li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê hatibû sepandin kete roja xwe ya 21’an.

BOMBE LI SIVÎLAN BARANDIN

Ji wê rojê heta niha bi ti awayî rê ji şêniyên Mexmûrê re nayê dayîn. Her wiha piştî wê bi du rojan ango 19’ê Tîrmehê balafirên şer bombe li Mexmûrê barandin û du sivîl birîndar kir.

Hema bêje roj tine ku balafirên şer û balafirên keşfê yên bê mirov li esmanên Mexmûrê nefirin. Nayê zanîn bê ka ev balafir ên Iraqê yên koalîsyonê yan jî yên Tirk in. Ev jî metirsiya li ser wargehê hê zêdetir dike.

Dîsa piştî bûyerê Hêzên Istixbarat a Parastin a girêdayî PDK’ê li gel endamên MÎT’a Tirk dest bi girtin û binçavkirinê kiribûn û bi ser malên gelek welatî û ciwanên Mexmûrê de girtin û gelek kes destgîrkirin û gef li wan xwarin. Li gorî agahiyên hatin girtin di nava kesên bi ser malên ciwanan de girtin kesên bi Tirkî diaxivîn hebûn. Dîsa di dema lêpirsînê de gef li wan xwarine ku têkildarî girtin û lêpirsînê ji çapemeniyê re neaxivin.

DI NAVA DU HEFTEYAN DE DU PITIK MIRIN

Her diçe rewşa Penaberên Mexmûrê di warê tenduristî û aborî de jî xirab dibe. Yekane rêya debara welatiyên penaber li ser rêya bajarên Başûrê Kurdistan û bi taybet Hewlêrê ye.  Di vê pêvajoya rêgirtinê de xwendekar, nexweş û karker jî din av de rê nayê welatiyan.

Ji ber girtina rê di nava hefteyekê de pitikên du dayikên bi navê Fatma Kara û Zeyneb Ehmed ên nehatî dine rehmet kirin. Dîsa nexweşeke apantîzê ku li ser giranbûna rewşê û xeteriya mirinê nû rê dan. Her wiha dema ku dayika ducanî Zeyneb Ehmed ji bo nexweşxaneyê hate şandin, heta hêzên asayîşê doxtorê ne anî li ser rewşa dayikê binerin rê nedan ku derbasî nexweşxaneyê bibin.

JI BO VEKIRIAN RÊ HEYET HATE AVAKIRIN

Li dijî vê helwesta PDK’ê gelek alî û kesayetên siyasî, dîsa welatiyên sivîl nerazîbûn nîşan dan û daxwaz ji hikûmetê kirin dawî li vê dorpêçê bînin.

Ji bo bidawîkirina vê dorpêçê 28’ê Tîrmehê welatiyên Mexmûrê xwestin biçin Hewlêrê lê berî ji wargehê derbikvin hêzên Iraqî bi wesayîtên zirxî û bi dehan leşker pêşiya gel girtin û rênedan ku welatî derbikevin.

Li ser astengiyan rêveberiya wargehê ket nav hewldana ku rê bê vekirin û xwest bi rayedarên Hewlêrê re hevdîtinan pêk bîne. Lê hemû hewldanên wan bê encam man û nekarîn xwe bigihînin rayedaran.

Herî dawiyê li nava wargehê heyet hat avakirin, ku li ser ambargoyê bi rayedarên Hewlêrê û hikûmeta Herêmê re hevdîtinan pêk bîne, lê rêya şandeyê nehat dayîn ku derbasî Hewlêrê bibe.

BANGA LEZGÎN A MECLÎSA GEL A MEXMÛR

Meclîsa Gel a Demokratîk a Kampa Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li kampa wan malzemeyên tibbî û xurek kêm bûne û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bila berpirsyariya xwe pêk bînin. Meclîsê ev got: “Zextên li ser kampê zêde dibin û gefeke mezin li ser kampê heye. Kesên li kampê dijîn li ser wan îzolasyoneke mezin tê kirin û hewl tê dayîn şêniyên kampê di rewşeke awarte de bijîn. Ti eleqeya wargehê bi gûyera hoqabazê re nîne.”

NERAZÎBÛNÊN GEL

Dr. Çoman Herdî li ser dorpêça Mexmûrê û mirina du pitikên dayikan nirxandinek kir û got: “Ya ku di vê qonaxa nû da rû da, ew rastiya tehle ku hêzeke Kurdî dibe sedema mirina nifşê pêşeroja xwe. Berê dijminên dagirkerên Kurd zarokên Kurdan dikuştin û ji bo xwe weke metirsiyek dîtin. Çima? Ji ber weke berdewambûna neteweyek didîtin. Di vê demê de hêzekî Kurdî bi form û modelekî din wezîfeya sembolîk ji bo dagirkeran pêktîne.”

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi rêya telefonê ji Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rewas Fayeq Huseyîn xwest ku ji bo rakirina dorpêça li ser Mexmûrê rola xwe bileyîze.

Parlamentera Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şadî Newzad têkildarî vê mijarê axivî û got: “Bi rastî jî em gelek xemgîn bûne ji ber van du pitikên ku hîna nehatine dinê jiyana xwe ji destdane. Sedemê mirina van zarokan jî ji ber astengiyên ku di çarçoveya dorpêça li ser kampê de heyî destûr nedane dayîk derbazî nexweşxaneyên Hewlêrê bibin û zarokên xwe wenda kirine.”

Dîsa ji gelek welatî û saziyên cuda yên Başûrê Kurdistanê li dijî vê helwesta xwe nîşan dane û daxwaz dikin ku dawî li vê dorpêç bînin.

IRAQ, NY Û HIKÛMETA HERÊMÊ BÊDENG IN

Tevî van hemû bûyer û helwestên nerazî yên gel û derdorên ne deng ji Iraq, Netweyên Yekbûyî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye bihîstin. Li vir derdikeve holê ku hevkariyek heye. Bi taybet divê NY bi erka xwe rabe. Ji ber ku wargeh di warê hiqûqî de di bin sêwana mafê mirovan a Neteweyên Yekbûyî de ye neçare ku bi erka xwe rabe.