2 Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin revandin

Hêzên rejîma Îranê avêtin ser gundekî Merîwanê û 2 Kurd girtin. Nayê zanîn bê her du kesên hatine girtin bi ku ve birine.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 30'ê Mijdarê hêzên Îtlaeta Îranê ku kincê sivîl li xwe kiribûn, bi 5 wesayitan avêtin ser gundê Nê yê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê.

Çekdarên rejîma Îranê, di serdegirtinê de welatiyên bi navê Tehsîn Dadiresî (Tehsîn Serdûşî) û Aram Nîk Pey girtin, lê nayê zanîn bê bi ku ve birine.

Li gorî agahiyan, hêzên rejîmê xwestine çend kesên din jî bigirin, lê ji ber ku gundî li ber wan rabûne nekarîne vê bikin û li ser vê yekê gule li şêniyên gund reşandine û ji gund derketine.