Zîlan rêya jiyana azad nîşan da

Hevrêya Zîlan a têkoşînê Elîf Kaya ragihand, ku Zîlan bi rêbaza xwe ya têkoşînê rêya jiyana rast nîşanî her kesî da û got, "Her jinekê dît ku dikare bi wêrekî, biryardarî û têgihiştina Zîlan tevbigere."

Mîna Leyla Qasim, Besê û Zarîfeyan ku navê xwe li dîroka berxwedanê ya Kurdistanê nivîsandin, pêşengekeke din a jinan li Dersimê, di 30'ê Hezîrana 1996'an de bi çalakiya fedayî navê xwe nivîsand. Ew jî gerîlaya ARGK'ê Zeynep Kinaci (Zîlan) bû.

Hevrêya Zîlan a têkoşînê Elîf Kaya qala Zîlan kir, ku bû sembola berxwedanê ya jinên Kurd. Kaya ku tevî Zîlan li heman gundî ji dayik bû, diyar kir, "Zîlan ji gundê Elmali yê navenda Meletiyê jî be, herêma ku lê ji dayik bû û mezin bû navenda bajêr e. Zîlan hîn beriya ji dayik bibe, malbata wê ji ber meseleya doza xwînê, neçar ma koçî nava bajêr bike û li wir bi cih bû. Pirsgirêk doza xwînê piştre hatibe çareserkirin jî malbat li şûna vegera li gund, car carna tenê serdana gund dikir."

HÎN DI ZAROKATIYA XWE DE LI PÊŞBERÎ PIRSGIRÊKA JINÊ BI BERPIRSYARÎ TEVDIGERIYA

Kaya anî ziman, ku Zîlan hîn di zarokatiya xwe de li pêşberî pirsgirêka jinê bi berpirsyarî tevdigeriya û got, "Zîlan li taxa Paşakoşku li taxeke Elewî, sosyal demokrat mezin bû. Li vê taxê big iranî mirovên xizan û Elewî hebûn ên ku sîstemê ew li derveyî xwe hiştibû. Yanî Zîlan di nava têkiliyeke civakî ya mîna civata gund mezin bû. Bêguman her taybetmendiyên civaka gund û eşîrtiyê ne erênî ye. Taybetmendinên baviksalar li nava civata gund her li pêş e û carna jiyanê li mirovan dike jehr. Ji xwe malbata wê jî ji ber vê sedemê koçî bajêr kir.

Zîlan hîn zarok bû kekê wê keçek revand û ev yek di navbera eşîran de veguherî dozê. Encama vê yekê ji bo malbatê gelekî giran bû. Ji bo doz mezin nebe û xwîn neyê rijandin xwişka wê ya mezin weke berdêl hate dayin. Vê yekê bandoreke gelekî giran li Zîlan kir. Ji xwe di encama vê bûyerê de Zîlan hîn di zarokatiya xwe de li pêşberî pirsgirêka jinê bi berpirsyarî tevgeriya. Salekê li gel kekê xwe yê mamoste li Sêwasê diçe dibistana seretayî (ne şaş bim heta pola 4'an li Sêwasê dixwîne). Piştre vedigere Meletiyê. Piştî ku dibistana navîn qedand, mafê xwendina li Lîseya Pîşeyî ya Haydar Paşa bi dest xist. Ji bo xwendinê çû Stenbolê."

HEWL DIDA RASTIYÊN KU DEWLETÊ DIXWEST BINIXUMÎNE EŞKERE BIKE

Kaya bal kişand ser sekna Zîlan a li pêşberî pirsgirêkan û zehmetiyan û destnîşan kir ku Zîlan li nava cihekî ku nakokiyên xwe zêde bû mezin bû."

Kaya diyar kir ku wê demê, sala 1978'an bi bahaneya kuştina şaredariyê Meletiyê li dijî taxên Elewiyan provaya komkujiyê hate kirin, taxên Elewiyan bi rojan hate dorpêçkirin.

Ev rewş di heman demê de ew dem e ku hişmendiya têkoşîna neteweyî ya Kurd hîn nû şîn dibû û li Meletiyê jî belav dibû. Dewletê bi çavtirsandina civakê dixwest zextê li ser nasnameya baweriyan bike û nasnameya neteweyî jî bêqîmet nîşan bide. Di vê mijarê de ji hin aliyan ve bi ser jî ket. Zîlan li nava atmosfereke welê ya nakokiyên siyasî-civakî de mezin bû. Ji ber ku hêza xwe ya lêgerîn û lêpirsînê xurt bû, hewl dida rastiyên ku dewletê dinixumand eşkere bike.

Nêzîkatiya Zîlan a li pirsgirêkan û zor û zehmetiyan gelekî bi taybetî bû. Bi rengekî ji rêzê û redkirinê nêzî pirsgirêkê nedibû, pes nedikir. Di oxira rastiya ku jê bawer dikir, carna dibû salek-du salan têdikoşiya. Ji bo wê ya girîng ew bû ku wê rastiyê bi ser bixîne."

DI ZAROKATIYÊ DE BERPIRSYARIYA MALBATÊ DA SER MILÊ XWE

Kaya diyar kir ku Zîlan ji zarokatiya xwe ve dest bi hilgirtina berpirsyariyê kir û got, "Ji aliyekî ve dixwend, li aliyê din jî hewl dida alîkariyê bide malbatê. Tevî ku ya herî biçûk a malbatê bû, berpirsyariya malbatê dabû ser milê xwe. Zîlan hîn dema diçû dibistanê bavê wê wefat kiribû. Zîlan hîn di temenê zarokatiyê de berpirsyariya malbatê dabû ser milê xwe.

Zîlan piştî ku dibistan qedand bû teknîsyena rontgenê û li nexweşxaneya dewletê dest bi kar kir. Hem xwendina xwe temam kir hem jî berpirsyariya debara malbatê da ser milê xwe. Ji ber vê taybetmendiya xwe mirovên jê mezintir jî bi rêzdarî nêzî wê dibû. Zîlan li nexweşxaneyê alîkarî dida her kesî, yên ku bi ziman nizanîbû ji wan re dibû ziman, yên ku dermanê wan nebû, dibû derman. Ji her kesî re dibû heval. Bi zarokan, ciwanan, extiyaran re eleqedar dibû, têkilî datanî."

PARTÎ LI ZANÎNGEHÊ NAS KIR

Kaya bal kişand ser wê dema ku Zîlan partî nas kir û got, "Zîlan li zanîngehê partî nas kir. Dema ku lîse qedand, beşa Psîkolojiyê ya Zanîngeha Înonu qezenç kiribû. Wê demê li Kurdistanê têkoşîn bi pêş diket, hişmendiya neteweyî xurt dibû. Di heman demê de nûçeyên li ser şewitandin û valakirina gundan di nava raya giştî de belav dibû. Zîlan jî heman pêvajo dişopand û gelekî bandor lê kir.

Zîlan wê demê karên ciwanan ji dûr ve dişopand û bi rengekî neyekser piştgirî dida. Ew bi xwe di heman demê de karmenda dewletê bû û ji ber ku malbata wê bi karê wê debara xwe dikir, yekser tevlî kar nedibû.

Ji bo Zîlan pirsgirêk ne tenê malbat bû, di heman demê de wê dixwest têkoşînê baştir nas bike û hêza xwe binase. Dema ku pê hesiya ku tişta lê digere dîtiye, hingî di karên ciwanên xwendekar ên welatparêz de bi berpirsyarî rabû. Piştî salekê di ser Edeneyê re tevlî nava refên têkoşînê bû. Li Edeneyê salekê tevlî karê rêxistinbûna gel bû. Di Tebaxa 1995'an de jî li çiyayên Dersimê tevlî nava refên gerîla bû."

ÇALAKIYÊN FEDAYÎ ÇALAKIYÊN ŞEXSÎ NÎNIN, HÊZA XWE JI RABIRDÛYA HEVPAR WERDIGIRE

Kaya destnîşan kir, ne rast e ku çalakiya Zîlan di dîroka azadiyê ya Kurd de weke çalakiya destpêkê ya fedayî bê pênasekirin û got, "Dibe ku çalakiya şexsekê ye. Lê belê ji destpêkê heta dawiyê xwedî ruh û jiyaneke kolektîf e. Bi dîtina min ti çalakiyên fedayî çalakiyeke şexsî nîne. Hemû jî xwe ji rabirdûya hevpar xwedî dikin û armanca xwe jî jiyana hevpar e. Ji ber vê yekê kolektîf in. Bi hişmendiya kolektîf tevdigerin.

Rêber Apo ji bo çalakiya Zîlan gotibû 'Çalakiya destpêkê û ya dawî ye'. Ev yek tespîteke gelekî girîng bû. Yanî vê çalakiyê rêbazek afirandibû, rêbazeke ku divê mirov çawa bijî, çawa şer bike. Rêbazeke bingehîn û girîng ev bû."

HER JINEKÊ DÎT KU DIKARE BI WÊREKIYA ZÎLAN TEVBIGERE

Kaya diyar kir ku Zîlan demeke diyarker a dîroka têkoşînê ye û got, "Ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo tevahiya tevgera azadiyê bi vî rengî ye. Zîlan bi çalakî, gotin û rêbaza xwe ya têkoşînê rêya rast a têkoşîn û jiyanê nîşanî her kesî da. Banga vê yekê kir. Her jinekê dît ku dikare bi wêrekî, biryardarî, hişmendiya Zîlan tevbigere, di nava şert û mercên nepêkan de jî dikare bi ser bikeve."

Kaya bi bîr xist ku partîbûna jinê gavek girîng ji bo bersivdana li bîranîna Zîlan bû û got, "Partîbûn di heman demê de nîşaneya wê yekê ye ku îdîaya li siyasetê û rêveberiyê destnîşan dike. Wêrekî, hişmendî û biryardariya vê yekê ji Zîlan hate wergirtin û ev gav hate avêtin. Akademiya Zeynep Kinaci ji bo jinên wêrek ên bi vê îdîayê dixwazin li hev kom bibin hîn jî qadeke perwerdeyê ye."