Zeynep Celaliyan ev 53 roj in dermên nagire!

Girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan, ji bo şermezakirina zextên rêveberiya girtîgehê ev 53 roj in dermên qebûl nake.

Siyasetmedara Kurd a siyasî Zeynep Celaliyan, ku li bajarê Xoy a li eyaleta Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê di zindanê de ye, ji bo zext û pêkanînên xerab ên rêveberiya zindanê şermezar bike, her wiha ji bo nebirina nexweşxaneyê protesto bike, ev 53 roj in dermên nagire.

Parêzerê Zeynep Celaliyan Emîr Salar Dawidî, duh daxwaznameyek ji Serdozgeriya Îranê re şand û ragihand, ku bi armanca protestokirina zext, kiryarên xerab û nebirina nexweşxaneyê, Celaliyan ji 16'ê Adarê û vir ve derman qebûl nake.

Di nameyê de hat ragihandin, Celaliyan heta bidawîbûna van kiryarên li derveyî mirovahiyê wê vê helwesta xwe bidomîne.

Parêzer Dawidî, fikarên li ser rewşa tenduristiyê ya Celaliyan jî nivîsand û got, "Tê zanîn, rewşa çavên wê gelekî xerab e. Eger hê jî dermên negire, wê ev yek li ser tenduristiya wê rê li ber xeteriyeke cidî veke. Rêveberiya zindana Xoyê û dadgeha Ûrmiyê ji tenduristiya Celaliyan berpirsyar e."

Celaliyan dis ala 2008'an de bi îdîaya endametiya PJAK'ê ji aliyê îstîxbarata Îranê Îtlaatê ve li Kirmanşahê hatibû binçavkirin û piştî îşkenceyeke giran, ji aliyê dadgehê ve bi cezayê îdamê hatibû mehkûmkirin. Ceza piştre kiribûn cezayê girtîgehê yê girtina heta bi hetayê.