Yuksel Mûtlû: Eger em tênekoşin wê tundûtûjî zêde bibe

Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê û Hevşaredara berê ya Akdenîzê Yuksel Mûtlû diyar kir ku tundiya li jinê divê li dinyayê rojeva sereke be û got, eger tênekoşin wê zext û tundî zêdetir bibin.

Di pêvajoya şewba vîrûsa korona (Covîd-19) de li tevahiya cîhanê tundiya derûnî, zayendî û fîzîkî ya li dijî jinan pir zêde bû. Li Kurdistan û Tirkiyeyê jî, bi destpêkirina bergiriyên li dijî şewbê heman rewş derket holê û gelek jin li malan rastî tundiya zilaman hatin. Ligel vê yekê gelek mirinên jinan ên bi guman jî, zêde bûn.

'TUNDÛTÛJIYA LI SER JINÊ GERDÛNÎ YE'

Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê  û Hevşaredara berê ya navçeya Akdenîz ya Mersînê Yuksel Mûtlû, der barê mijarê ji ANF’ê re axivî. Mûtlû anî ziman ku tundûtûjiya li ser jinê pêwîst e niha bibe rojeva yekemîn a cîhanê û got: "Ji ber ev tundûtûjiyeke gerdûnî ye. Tundûtûjiya li hember jinê tundûtûjiyeke wiha ye pergala serweriya zilam her roj cureyên wê yên cuda diafirînê. Em vê tundûtûjiyê bi şêwazên cuda dibînin. Derûnî, cinsî, fizîkî, ekonomîk û hwd. cureyên tundûtûjiyê li hember jinan tên pêşxistin. Desthilatdariya zilam a dewletê heta roja me ya îro bi awayê ku jin li derve hiştin û kirin asta duyemîn, pergala xwe domandin û hatin roja îro. Lê li hember vê jî berxwedaneke cidî ya tevgera jin a cîhanê heye. Bi awayekî dîrokî sekneke cidî ya jinan li hember van pêkanînan heye. Em ji Komuna Parîsê bigirin heta karkerên jin ên li Amerîkayê têkoşîna jinan heye. Dîsa li Rosa Luksemburgan heta Zetkînan têkoşîna jinan a cîhanê ji têkoşîna em dimeşînin re bûye pêşeng."

'PARADÎGMAYAKE ME YA PIR RAST HEYE'

Mûtlû da zanîn ku li hemberî pergala bi serweriya zilam divê paradîgmayeke wan a têkoşînê hebe û wiha pê de çû: "Ev paradîgma heye. Paradîgmayeke me ya pir rast heye. Em ji vê paradîgmaya xwe re dibêjin, paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jin. Li pişt me jî mîraseke mezin a min berî niha anî ziman heye. Li welat jî gelek hevalên me yên jin ên têkoşîna vê didin hene. Dîsa gelek hevalên me yên li qada siyasî û niha di zindanan de ne û têkoşîna jinê bi awayekî xurt pêş dixin hene."

'JIN LI HER DERÊ DIBIN HEDEFA TUNDÛTÛJIYÊ'

Mûtlû bilêv kir ku li her cihî her roj jin dibin hedefa tundûtûjiyê û tên qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li hemberî van kiryaran erka me ew e em têkoşîna azadiya jinê li her cihî xurttir bikin. Dîsa wezîfeyên ku di vê mijarê partî, rêxistin, saziyên sivîl û siyasî jî divê bikin hene. Li vir erkên dikeve ser milên dewletê, saziyên sivîl û civakê hene. Lê dewlet û desthilatdarî wezîfeya xwe nayîne cih. Zextê li jinê dike. Nahêle jin tevlî siyasetê bibe, nahêle ji mal derkeve. Dîsa di encama qeyûmên ku AKP’ê li hemberî şaredariyên me pêk anîn, sazî û dezgehên me yên jinan hatin girtin. Li hemberî vê divê em têkoşîneke çawa bimeşînin? Em ê li gor paradîgmaya xwe û bi awayekî em li bîrdoziya xwe serwext bibin em ê vê têkoşînê bikin. Her jina bi vê zanebûnê bikeve rêya têkoşînê wê vê rohaniya li dawiya rê bibîne."

'HEWCEYE MIROV RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL ÊN JINAN AVA BIKE'

Mûtlû destnîşan kir ku di qadên kedê de keda jinê tê xespkirin û ev tişt got: "Di vê çarçoveyê de divê em xebatên xwe bimeşînin, têkildarî jinên bê sîgorta tên xebitandin, dîsa jinên karker ên demsalî hewce ye em xebatan pêş bixin. Her wiha ji bo jin bîreweriya xwe ya siyasî ava bike, têkoşîn, xet û rêya xwe karibe pêş bixe pêwîst e em xebateke cidî ya perwerdeyê pêk bînin. Hewce ye  mirov rêxistinên civaka sivîl ên jinan ava bike. Pêwîst em komeleyên jinan ên bi rastî têkoşîna azadiya jinan pêş dixin ava bikin. Divê em xwedî nêrîna jin bin. Eger ev bi jinekê re tinebe ew zilamek e. Divê em vê nêrînê li kolan û malan pêş bixin û vê em ê bi awayekî rêxistinî bikin. Desthilatdar jî ji vê ditirsin. Em jî di vê de bi israr in. Çi jî bikin em ê têkoşîna xwe bimeşînin. Ez di vê mijarê de ji jinan yeqîn dikin. Meclîsên taxan ên jinan werin avakirin, mirov li tax û malan bi jinan re bikeve nav diyalogan û pêkanîna wê di destê me de ye."

'TUNDÛTÛJIYA LI DIJÎ JINÊ SÛÇÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'

Mûtlû destnîşan kir ku eger jin têkoşîna xwe rast bimeşîne ew ê karibin, li hember desthilatdariyê, pergala serweriya zilam têbikoşin û wiha domand: "Dewlet ya xwe pêk tîne. Em jî li hember vê derdikevin. Helbet ji bo vê têkoşîneke dûrûdirêj hewce dike. Lê em eger dibêjin 'Jin, jiyan Azadî' divê em tişta ev gotin hewce dike bînin cih. Pêwîst e em jinên ji vê yeqîn nakin jî bidin yeqînkirin. Ji ber nêrîna me ya hevpar a em li hember disekinin tundûtûjî ye. Jin li malê dibin hedefa tundûtûjiyê. Eger em mudaxele nekin, xwedî li jinê dernekevin, wê demê wê jin bi rastî jî xwe bêkêf û bêxwedî hîs bike. Jinek bi tena serê xwe nikare li hember van tundûtûjiyan bisekine. Lewma rêveberiyên xwecihî pir bi nirx in. Bi van rêveberiyên xwecihî mirov dikare mudaxele bike. Sûcê li hemberî jinan sûcê li hember mirovatiyê ye. Divê ev wisa were nirxandin. Lê desthilatdarî vê neke. Bêguman eger li hember tundûtûjiya li ser jinê têkoşîn neyê kirin wê ev zext û tundûtûjî kûrtir bibin. Divê em li hember van têbikoşin. Em ê li aliyekî li hember zext û tundûtûjiya li ser jinan, li aliyê din jî ji bo demokrasî û aştiya civakê jî têkoşîn bikin. Ez ji serketina jinan yeqîn dikim. Em ê bi ser bikevin."

'LI DIJÎ JINÊN CIWAN ŞEREKÎ TAYBET TÊ MEŞANDIN'

Mûtlû, der barê windakirina jina ciwan Gulistan Doku jî axivî û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Têkildarî Gulistan Doku xebatên me didomin. Heta fail bê dîtin û bên dîtin. Her wiha heta bên cezakirin jî wê têkoşîna me bidome. Lê belê ez dixwazim vê bêjim desthilatdarî li hemberî jinên ciwan şerekî taybet dimeşîne. Lewma divê hevalên me yên jinên ciwan xwe ji têkiliyên bi vî rengî dûr bigirin. Lewma min berî niha behsa bîrewerî û serwextbûna jinê kir. Eger ev bîrewerî çêbibe Wê jin nekevin nav têkiliyên wer ên şerê taybet pêş dixe. Divê em têkoşîn bikin ku careke din em bi mînakên wekî yên Gulistan Doku re rûbirû neyên."