YPJ: Em ê di sala 2022’an berpirsyariyên xwe bi cih bînin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê di peyama xwe ya sala nû de diyar kir ku ew ji bo jiyaneke azad û bi rûmet amade ne, hemû berpirsyarên xwe pêk bînin.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ji bo sala nû peyamek weşand û diyar kir ku ew ji bo jiyaneke azad û bi rûmet amade ne, hemû berpirsyarên xwe pêk bînin.

Di peyama YPJ’ê de ev tişt hate diyarkirin:

"Sala 2021’an li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldanên dagirkerî û her cure erişên dijminê dagirker bi awayekî bê navber dewam kirin. Di van êrişan da gelek welatparêzên me yê hêja şehîd bûn. Dîsa fermandara me ya hêja Sosin Bîrhat û her wekî din rêhevalên me yên hêja şehîd ketin. Lê belê bi saya şehîdên me yên hêja, bi bîr û baweriya gelê me yê berxwedêr, îrade û ruhê fedayî yê şervanên azadîyê planên qirêj yên dijmin nikaribûn bi ser bikevin. Li beramberî vê rastiyê em di serî de şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan dubare dikin. Dîsa ked û fedakariya gelê xwe ya ku bi pêşengtiya jinan de hat meşandin bi minetdarî silav dikin.

Her wiha sala di 2021’an li ser jinan bi taybet li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê zext, lêdan, kuştin, destdirêjî û her wekî din her cure êriş hatin pêkanîn. Li beramberî vê rastiyê pergala zilamsalar bi bêdengî û erêkirina kiryarên bi vî rengî tundiya li ser jinan zêdetir kir û jiyan ji bo jinan kir dojeh. Li beramberî van erîşan li her qadên cîhanê jin li ser linga bûn û berxwedaneke bê hempa dan meşandin. Bi taybet jinên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi yekîtiya jinên Kurd, Ereb, Asûrî û Ermen li beramberî êrişên dagirkeriyê û hişmendiya baviksalarî bi awayekî bênavber têkoşiyan.

Ji bo têkoşîn û rêxistina ku li beramberî feraseta desthilatdar û pergala faşîst a dagirker mayînde bibe û tekoşîna azadiyê bigihîje serkeftinê pêwîstiya hemû jinên cîhanê bi avakirina pergala parastina cewherî heye. Em dibêjin êdî dema azadiya jinan hatiye. Jin êdî xwedî bawerî, rêxistin û artêş e. Di rastiya şoreşa Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de derket holê ku jin dikare pêşengtiya civaka demokratîk û azad bike.

Em Hezên Parastina Jinê (YPJ) pergala me ya parastina rewa bi xwîna hezaran şehîdan gihiştiye astekê û ji bo hemû jinên herêmê û cîhanê hêviyên mezin ava kiriye. Ji îro şûnda jî em Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê, ji bo jiyanek azad û bi rûmet çi erk û berpirsyariyê dikeve li  ser milê me, ji bo azadiya jin û civakê berdêlê wê çi dibe bila bibe em amade ne di asta herî jor de têbikoşin da ku azadiya jin û civakê misoger bikin.

Bi wesîleya sala nû banga me li hemû jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide ew e ku xwe bi fikir û felsefeya azadiyê re bi rêxistin bikin û hêza xwe ya parastina cewherî ava bikin da ku em sala 2022’yan bi hêz û pêşengtiya jina azad bi serkeftinê ve tacîdar bikin.

Em li ser vê bîr û baweriyê careke din sala 2022’yan li hemû mirovahiyê û tevahî jinên cîhanê yê kedkar û azadîxwaz pîroz dikin û em dibêjin;jin, jiyan, azadî.”