YPJ êdî modêlek e

Ji Fermandariya YPG’ê Newroz Ehmed diyar kir, jina ku sinc, etîk, estetîk gihandî hev, bi vîna xwe rêxistin bûye û azadî daye ber xwe, ne tenê di şer de, li hemû qadên jiyanê qebûl kiriye ku ziman, reng û nasnameya xwe bi serbilindî bijî.

Endama Fermandariya Giştî ya YPG’ê Newroz Ehmed diyar kir, jina ku sinc, etîk, estetîk gihandî hev, bi vîna xwe rêxistin bûye û azadî daye ber xwe, ne tenê di şer de, li hemû qadên jiyanê qebûl kiriye ku ziman, reng û nasnameya xwe bi serbilindî bijî. Newroz Amed behsa YPJ’ê kir ku xwe amade dike bikeve salvegera xwe ya 5’an.

Endama Fermandariya Giştî ya YPG, YPJ’ê Newroz Amed têkildarî rewşa rêxistinî, avanî, şervanî, rista pêngava berdewam, têkiliyên wan ên bi QSD’ê re ku YPG jî pêkhateyeke wê ye, di salvegera 5’an a YPJ’ê de pirsên me bersivand.

Jinên Kurd YPJ damezirandin lê îro em dibînin ku ji gelên din jî jin di nav de hene. Dikarî behsa vê rewşê bikî?

YPJ bi orjîna xwe weke hêzeke Kurd dest pê kir. Di destpêka şoreşê de qadên ku me azad kirin bêhtir Rojava bû. Piranî Kurd lê dijiyan. Niha YPJ ev li pey xwe hişt, hêzeke hem netewî û hem jî enternasyonal e. Ji bilî Rojhilata Navîn ji Ewropa û Emrîka jî tevlêbûn çêbûn. Her ku xeta şer, giyanê berxwedanê pêş ket, ji Sûriyê, ji gelên din jî tevlêbûn çêbûn. Ji ber ku şerê wê yê li dijî DAIŞ’ê û paşmêrên wê di nav jinên Ereb de bandoreke mezin çêkir. Hijmareke zêde ji jinên Ereb xwe tevlê kirin. Bi taybetî bi pêngavên Hol û Şeddaê tevlêbûna jinên Ereb zêde bû û bi pêngava Minbicê re ev hê bêhtir zêde bû.

Hê pêngava Minbicê dest pê nekirî jinên Ereb ên Minbicê xwe tevlî nav me kirin. Ev hevalên me piştî ku Minbic hate azadkirina tevlê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bûn. Me jî ji bo wan perwerdehiya akademiyê vekir. Me ew perwerde kirin û li gor derfetên xwe me destek da wan.

EM KESÎ NAKIN KURD

Ti niyeteke me ya YPJ’ê nîn e ku em her kesî bikin Kurd an jî tevlî nav rêxistina xwe bikin. Em naxwazin ku kes dev ji nasname, kok û baweriya xwe biqere. Her kes divê bi ziman, dîrok û çanda xwe bijî. Armanca me ew e ku em zemîneke ku civak xwe ewle dibîne ava bikin. Ji bo vê jî em destekê didine wan ku hêza xwe ya leşkerî ava bikin.

Rewşeke wiha jî heye. Gelek jinên Ereb dema ku meclîsa xwe ava dikin dixwazin tevlî YPJ’ê jî bibin. Helbet em wan venagerînin. Tercîh û vîna wan e. Mînak ji Minbicê gelek jin tevlî me dibin. Em ji wan dixwazin ku biçin tevlî nav Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bibin û rêxistiniya xwe xurt bikin. Lê israr dikin ku tevlê YPJ’ê bibin. Em jî ji bo ku hurmetê nîşanî vîna jinan didin wan venagerînin. Jinên ku wiha tevlê dibin jî zû adapteyî YPJ’ê dibin.

HEMÛ JIN NABIN LEŞKER

Her wiha armaceke me ya ku em hemû jinan biki leşker nîn e. Lê helbet em dixwazin hemû jin bibin xwedî wê hêzê ku bikaribin xwe biparêzin. Kurd, Ereb, Tirkmen, Tirk, Ermen, Suryan be, kî dibe bila bibe em armac dikin ku jin bîrewer bin û bigihin asteke ku bikaribin xwe biparêzin. Em pê dizanin ku ev rewş tenê bi çekê nabe, di serî de bi helwesteke rêxistinî wê bibe, lê ev der Rojhilata Navîn e û qada şer e. Çek hewce ye.

JINÊN TIRKMEN Û SURYANÎ

Mînak jinên ji Şehba ên ku ji berxwedana YPJ’ê ya li Kantona Efrînê hîkar bûne xwe bi rengê Tabûrê Jin ê Şehba bi rêk xistin. Bi piranî jinên Tirkmen in. Hevalên me yên Efrînê destek dan ku jinên vir xwe birêxistin bikin. Her wiha jinên Suryanî hene. Hê bi temamî xwe bi rêxistin nekirine, neketine şerekî giran lê dîsa jî em destekê didin wan. Ji kîjan gelî dibe bila bibe ji bixwazin bi vîna xwe hêza xwe ya parastinê ava bikin em ê destekê bidine wan.

Têkiliyên YPG-YPJ’ê hem ji hêla rêxistinî ve û hem jî li qada şer çawa ye?

YPJ rêziknameya YPG’ê qebûl kiriye. Ji ber ku ev rêzikname bi hevparî hate amadekirin. YPJ hem xwe bi resenî rêxistin dike û hem jî rêxistiniyeke di nav YPG’ê de ye. Her şervaneke jin a di nav YPG’ê de her wiha endama YPJ’ê ye. Mînak em bibêjin Rêveberiya YPG’ê 10 kesan pêk tê ji van 5 mêr û 5 jin in.

MEKANÎZMAYA RESENE ESAS E

Ji bo me ya esasî mekanîzmaya resen e lê em xwe di nav giştî de jî rêxistin dikin. Ango YPG ne tênê hêzeke wiha ye ku ji mêran pêk tê. Lê YPJ hêza parastina jinê ye. Her jina ku di rêveberiya YPG’ê de di hema demê de YPJ’yî jî. Lê ne mecbûr e ku her endam YPJ’ê  bibe YPG’yî, her wiha her rêveberiya YPJ’ê ne mecbûr e ku bibe rêveberiya YPG’ê.

DI HER QADÊ DE RÊXISTINIYA DU ALÎ

Biryargehên YPG û YPJ’ê cuda ne. Sîstema akademiyê jî wiha ye. Mînak akademiya Şehîd Rûstem heye. Her serdemê 70 şervanî digihîne. Ji van 40 mêr û 30 jin in. Lê Akademiya Şehîd Dîlan heye hemû jin in. Di rewşa giştî de em xwe rêxistin dikin û perwerde dikin. Li vir kota sedî 40 a zayendî heye.

Em rêxistina xwe ya resene diparêzin. Ji bo me rêxistiniya resene şertê me yê bivênevê ye. Ev ne tenê ji bo şer wiha ye, di hemû sazî, akademî, çapemenî de jî iwiha ye, arşîva me wiha du alî rêxistinî dibe.

CIHÊTIYA RÊXISTINIYA JINÊ

Di nav 4 salan de me dît ku şerê YPJ’ê tenê bandor li civakê nekir lê her wiha li gelek hêzan jî kir; di nav xwe de rêxistiniyên jinan ava kirin. YPJ vê rewşê çawa dinirxîne?

Helbet şerê ku me kirî bi hêza ku bi xwe re anî bandor li van hêza nkir. DAIŞ jî ku li dijî YPJ’ê şer dikir di nav xwe de tabûrên resen ava kirin. Helbet hêzeke mîna DAIŞ’ê ya hov a hişmendiya zilêm ji bo ku jinê bi vîn bike vê nake. Em ji rêxistiniya jinê ji bo jinê bi vîn bikin û azad bikin vê dikin. DAIŞ jî bi van tabûran  dixwaze jinan bi destê wan bike kole û li dijî cinsê pênebawer bike û vîna wê bişkîne.

Rejîm jî hêza xwe ya leşkerî ya jinê ava kir. Her wiha PDK jî di nav xwe de hêza jinê birêxistin kir. Wê kêfa me were ku rêxistiniyên vîna jina xurt bikin çêbibin. Lê ya ku em dibînin dijî vê ye. Rêxistiniyên jinê yên PDK’ê ji bo reklama xwe de ne. Li şûna ku vîna jinê nas bike ji hêla hişmediya zilêm ve weke reklamê têne bikaranîn, em vî tiştî napejirînin.

DIVÊ MIROV NEBE AMÛRÊ SÎSTEMÊ

Mînak li şûna ku jin bi rastî bibin xwedî rêxistiniya xwe û tevlî şer bibin wiha bi weke metaya reklamekê werin bi kar anîn ti sûdê nade jinan, wan azad nake. Wê vê bikin tenê amûreke vê sîstemê. A rast sedema ku PDK ev kirî ew e ku ji îmaja YPJ’ê diekise. Li gorî hişmendiya me ku em şer bikin em dikarin bibin xwe. Em hişmendiya wiha ku jinan bi kar tînin weke hişmendiya DAIŞ’ê taloke dibînin.

BI QASÎ NIKARE WERE RÛBERÎHEVKIRIN SINCÎ YE

Desûrê bidin ku vê jî bipirsim; YPJ bi şerê xwe di rojevê de ye lê li hêla dî dibêjin YPJ bi xweşikiya xwe ya fizîkî di medya Ewropayê de ye, wan didin ber lîstîkvaên populer ên sînemayê, cilê wan dibine moda. Tu vê çawa şîrove dikî, di nav YPJ’ê de xweşikî çiye?

Belê, ez girîngî bi vê didim. Em weke YPJ’ê beriya niha li ser hişmendiya xweşikiyê ya YPJ’ê me hin xebat kirin. Di vê mijarê de me broşur amade kir. Ev mijareke têkillî lênerînê ye. Em nikarin dest li lênerîna mirovan bidî. Em hêzeke demokratîk in. YPJ bi taktîka şer û berxwedana xwe modêl e. Modêl çiye? Tê tiştekî biafirînî û hin jî wê vê ji xwe re bikin mînak. YPJ bi bi taktîka şer û berxwedanê afiradiye û bûye modêl.

Lê têgihiştina me ya xweşikiyê pir cuda ye, bi qasî ku nikarin werin rûberîhevkirin sincî ye. Pîvanê me yên xweşikiyê; 

*Tijîbûna îdeolojîk.
*tevlêbûna şer.
*xwebûn.

Em giringiyê bi wê didin ku jin xwe baş biparêze, mezin li ber xwe bide, radest nebe, xwe raberî zilêm neke, pîvanên jinan li zilêm ferz bike, hemû gerdîşeyên civaka heyî bide ber pirsan.

Ji ber ku kêşeyên civakî bi destê mirovan ava bûne û deq hişmendiya zilamserweriyê ye.

YEKÎTIYA ESTETÎK Û ETÎK

Em girîngî pê didin ku YPJ’yî weke YPJ’yî li ber xwe bidin û wiha tevbigerin. Ev nêzîkatiya me ya xweşikiyê ye. Em girîngiyê didine xweşikiyê yanî etîkê. Xîtaba xurt, disîplîn û leşkerîbûn, xwevegotin, bihistyarbûna û hezkirina li mirovan ji bo me xweşikî ye. Ez dikarim vê bi hêsanî bibêjim, hemû xebatên YPJ’ê estetîk û etîk in.

Lê pir me neeceband ku hevala me Viyan şibandin Angelîna Jolîe. Di vê mijarê de daxuyaniyê me jî çêbûn. Helbet Jolîe hunermendek e. Em bi sînema û lîstikvaniya wê dizanin. Mesele ne ew e ku bişibe wê, dikare bi fizlikî bişibe wê jî. Lê em rast nabînin ku tenê hevşibîna fizikî derkeve pêş. Heval Viyan destgirtî bû û bi şervaniya xwe xwedî îdîayên mezin bû. Di pêngava Minbicê de şehîd bû. Di şer de ji xwe bawer bû û bihêrs bû. Hin wêneyên wê hene. Bi rastî jî weke di wan fotoyan de bi xwe bawer bû, miroveke esîl bû. Bi berxwedanê şehîd bû. Kin lê têr jiya. Ji  bo vê jî tenê bi rengî afîşekirinê em rast nabînin.

DU XEBATÊN SEREKE YÊN YPJ’Ê

Hûn dibêjin YPJ tim geşedan ji xwe re esas girtiye. Modêla rêxistiniyê ya YPJ’ê çi qasî pêş ket, îro xwe çawa bixêristin dike?

Du xebatên me yên sereke hene;

*Em hêza xwe tevî nav şer bikin û di pratîkê de bibin profesyonel.
*Di mijara perwerdehiyê de em xwe têr û tije biki.

Binerin, YPJ bi tîmekê dest pê kir, piştre bû taxim, boluk, tabûr û bû eniyeke resen. Di modêla rêxistiniya me de guherîn û geşedaneke mezin heye. A herî girîg profesyonelî ye. Ango YPJ serweriya teknîk, di şer de jî pisporî bi dest ve anî.

Niha Şoreşa Rojava êdî gihaşte astekê. Pêdivî bi guherînê heye. Dema ku me YPJ ragihandî ê demê şer di sînorên Rojava de bû. Ango ji bo me rizgarkirina Şeddadê xeyal bû. Niha em çûne Dêrezor, Reqa, Tebqa. Ango di nav 4 salan de me  10 qatî zêdetir qad azad kirin. Niha Reqa di rojevê de ye.

Em deverên ku azad dikin ji gelên wir re dihêlin. Lê em dixwazin hêza xwe bêhtir bikin profesyonel;

*Wê di eniyê de be,
*Lê di heman demê de bibe hêzeke profesyonel.

Hêzên me yên pisportir di antî teror û îstîxbaretê de hene. Dîsa jî yekîneyên biçûk hene bûne pispor. Lê dîsa jî em zêdetir sazûmanbûnê dikine armanc.

Hûn alayan çêdikin, çima, wê çi bike?

Alay wê bibin hêza operasyonê. Weke hêza operasyonê hêzên antî terorê hene. Lê ji yekîneyên pisportir û xurtir çêdibin. Yekîneyê wiha ne ê li gorî teknîk û hemû şertên araziyê hazir bin.

Alay jî hêzê profesyonel ên operasyonê ne. Em bibêjin êrîş bi ser Kobanê de çêbû, wê operasyonek li wir were kirin. Jixwe berxwedaneke mezi heye û em dixwazin vê profesyoneltir bikin. Li gorî geşedan û destkeftinan wê xwe lê bîne. Pêkhateyeke YPJ’ê û hêza wê ye. Ji bo vê jî li eniyê wê hêza YPJ’ê hebe û li hêla dî jî wê alayên profesyonel hebin ku li dijî êrîşan ama de bin. Alay wê giştî bin, YPG, YPJ bin. Modêla me ya rêxistiniyê li gorî hewcetiyan wê nerm be.

SÎSTEMA YPJ’Ê YA PERWERDEHIYÊ

Têkildarî pergala perwerdehiyê ya YPJ’ê dikarî agahî bidî?

YPJ piraniya wextê xwe bi perwerdehiyê derbas dike. Yek ji xebata sereek ya YPJ’ê perwerdehî ye. Çend yekîneyên perwerdehiyê hene; 

*Perwerdehiyê leşkerî û taktîk. Şervanên nû dest pê dikin, heta ku bibin pispor, fermadar spora berdewam,manewra, li gorî hemû şert û merca, serwerî her cura çekê dibe.

* Pewerdehiyên îdeolojîk hene ku ji vê wêdetir in. Niha di bin nabê Akademiya Ş.Şîlan de li her 3 kantona bi dehan akademî hene. Perwerdehiya şervanên nû, ên ciwanan, perwerdehiya branş, perwerdehiya hêzên me yê profesyonel hene. Modêl û bernameyeke me ya wiha ya perwerdehiyê heye. Bi mebesta çêtir xwe nasînê, bi mebesta nasîna gerdûnê, hayjixweçêbûnê.

*Akademiya Ş. Şîlan a fermandariyê ye. Fermandarên berê û yên ku berendam in li vir têne perwerdekirin. Dersên dîrokê yên dinyayê, Rojhilata Navîn, Kurdistanê û yên jinê hene. Dîsa  dersên li ser rastiya Rêbertî, sosyolojî, kuatum, rejîma heqîqetê û hwd.  Dersên wiha yên îdeolojîk hene ku di hêla entelektueliyê de astekê çêdikin.

PERWERDEHÎ JÎ WEKE ŞER TÊ RÊXISTINKIRIN

Perwerdehî ji bo YPJ’ê qadeke taybet e. Weke şer tê rêxistinkirin. Fermadariya wê cuda ye. Li gorî dersan komîsyon têne diyarkirin. Dersên xwe amade dikin. Dersê me weke sîstema dibistanê mamaste nayên dersê nadin. Têkoşîneke îdeolojîk û nîqaşê ya giran heye. Ango ji bo ku tu mirovekî bîne ser rastiyê dibe qadeke têkoşînê ya îdeolojîk. Di perwerdehiyêne me geşedaneke çêdibe. Ji bo vê jî girîng e. Her wiha serkeftinê mezin hene.

CIHÊ YPJ’Ê YÊ DI PÊNGAVA REQA DE

Pêngava Xezaba Firatê ya bi mebesta azadkirina Reqa berdewam e. Hûn weke YPJ’ê weke mîsyoneke wiha ya di serî de jinên Êzîdî tolhildana jinê lê bar kiribû. Di berdewamiya operasyonê de wê tevlêbûna wê bi çi rengî be?

Ev pêngava ji bo me girîng e. Me îdîaya xwe ya 8’ê Adarê weke azadkirina Reqayê û rizgarkirina jinên di destê DAIŞ’ê de diyar kiribû. Me dev ji vê îdîayê bernedaye. Em ê meztir jî bikin. Reqa teqez wê were azadkirin. Di salvegera damezirîna YPJê de bersiva herî mezin a ji bo salvegerê wê bibe azadkirina Reqa. Em pêşengiyê dikin. Jixwe Rojhilatê Reqa yanî qada di navbera Dêrezor û Reqa de hate azadkirin. Pêngava me didome. Li dijî bajêr jî wê operasyon dest pê bike û hêzeke mezin a YPJ’ê wê tevlê bibe. Ev ji bo me plansaziyeke girîng e.

Ji bilî vê weke YPJ di serdema bê de armancên we çi ne?

Weke ku tê zanîn di 2-3 Nîsanê de li Kobanê bi pêşengiya YPJ’ê rêxistina leşkerî ya jinê di dîroka Rojhilata Navîn de cara pêşî  Komxebata Jinê û Parastinê hate çêkirin. Me nexwest ku ev tecrûbe, zanîna girîng a YPJ’ê tenê bi Rojava re sînordar bimîne. Li Rojhilata Navîn jina Kurd pêşengiya pêkhatiyeyên leşkerî dike.  Li Tirkiyê, li Başûr, li gelek qadan ev pêk tê. Ji bo me pir girîng bû ku em van bînin cem hev û veguherînin hêzeke cidî. Girîng bû ku ev komxebat li Kobanê pêk hat. Pêdiviya jinan bi mekanîzmayeke hevpar heye. Di komxebatê de biryar hate dayin ku jin mekanîzmaya parastinê ya hevpar ava bikin. Em di serdema bê de armanc dikin ku vê sînerjiyê geştir bikin û biryaran pratîze bikin. Ji bo ku em xwe bi dinyayê bidin naskirin û tecrûbeya xwe bi jinên dinyayê re par ve bikin xebatên me wê hebin. Qadên lêvebûnê girîng in. Dîsa em ê li Reqa û Dêrezorê destekê bidin avakirina meclîsa jinan. Ev desteke me hem ji hêla manewî, hem ji hêla ramanî û hêza leşkerî ve wê zêde be.