YPJ’ê, Silava Efrîn û Bêrîvan Qelender bibîr anî

YPJ'ê şehîd Silava Efrîn û Bêrîvan Qelender bibîr anî û got, "Em ê şoreşê biparêzin û berfireh bikin."

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi wesîleya 9’emîn salvegera şehadeta Silava Efrîn û Bêrîvan Qelender daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Şoreşa Rojava a ku bi ked û tekoşîna hezaran jinan pêk hat bi berdêlên giran ve xwe saz kir, mezin bû, nav û deng bû û gihaşte hemû jinên cîhanê. Ev şoreş bi xwîna hezaran şehîdan pêk hat ku em her dem deyndarê şehîdan in. Em di salvegera şehadeta 9’emîn de hevrê Silava û Bêrîvan ku şehîdên me yên destpêkê ne bibîrtînin. Meha Gulanê ku ji bo tekoşîna gelê Kurd meha şehîdan e, em hemû şehîdên meha Gulanê, di şexsê jinên şoreşger ên pêşeng Leyla Qasim, Şîrîn Elemhulî û Gurbet Aydin de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê, şoreşa Rojava bibîr tînin û li hember bîranîna wan soza parastin û mezinkirina şoreşê didin. Em dibêjin hêzên YPJ’ê bi ked û tekoşîna şehîdan gihaşte roja îro.”

‘BI SAYA ŞEHÎDAN EM BI HÊZTIRIN’

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin:

“Li ser axa Rojhilata Navîn ku nasnameya jinê ji holê hatibû rakirin bi şoreşa Rojava û bi pêşengiya hevrê Silava û Bêrîvanan bi wêrekî, bawerî û vîneke mezin ve ji nû ve jinê nasnameya xwe bi destxist, di tekoşîna azadiyê de hêz û vîna xwe dît û ev cewher di axa Rojava de di nava hemû jinên Kurd, Ermen, Asûr û Suryanan de ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di nava jinên Ereb de kelecana azadiyê ava kir û artêşa YPJ’ê bi vê hîmê paradigmaya netewa demokratik ava kir û gihaşte jinên cîhanê û bi dehan şervanên Enternasyonalist jî hebûna xwe di nava YPJ’ê de dît û wisa tevlî bûn.

Hevrê Silava Efrîn û Bêrîvan Qelender ku ji bajarê Efrînê ne di destpêka şoreşa Rojava de bêyî dudilî, bi idia û biryardariya serkeftinê tevlî şoreşa Rojava bûn. Bi ked û fedekariya bêsînor û bi baweriya şoreş û azadiyê bûne pêşengên şoreşa Rojava. Di sala 2013’an de li hember êrîşa çeteyên dixwastin Efrînê dagirbikin, liberxwe dan û ji bo axa welatê xwe biparêzin enî bi enî têkoşiyan. Hevrê Bêrîvan 28’ê Gulanê û Hevrê Silava jî di 29’ê Gulana 2013’an de şehîd bûn. Şehadeta wan ji bo me bû hêrsa mezinkirin û xurtkirina tekoşîna azadiyê û bi vî awayî di sala 10’emîn a şoreşa Rojava de hêzên YPJ’ê di ronahiya felsefeya azadiyê de artêşeke ji hemû deman zêdetir bi hêz û xurt e.

‘EM Ê ŞOREŞA XWE MEZIN BIKIN’

Roja îro ku ji bo gelê me û gelê herêmê xwedî serdemeke dîrokî ye weke YPJ’ê erk û berpirsyariya me jî girîng in û em bi vê bîr û zanebûnê hewl didin ku di rêya şehîdên me diyar kiriye de bêyî dudilî bimeşin. Emê li hember gefên li ser şoreşa xwe û her cure êrişan tu caran paşde gav neavêjin û zêdetir têkoşîna xwe ya azadiyê bilindtir bikin. Em careke din di şexsê hevrê Bêrîvan û Silava de soz didin hemû şehîdên xwe û em dibêjin emê şoreşa xwe mezin bikin, biparêzin.”