YPJ’ê şehîdên qezaya helîkopterê bi bîr anî

YPJ’ê şehîdên qezaya helîkopterê bi bîr anî û got “Şehîdan ji bo gel ji qirkirinê biparêzin û ji bo destkeftiyên şoreşê şer kirine.”

Fermandariya Giştî a YPJ’ê di daxuyaniya ya li ser mijarê de ev agahî dan:

“Ji bo parastina tevahî nirxên azadiya gelan me gelek berdêlên giranbiha dan. Her yek ji hevalên me yên şehîd di oxira azadiya gelan de canê kirine berdêl û her kêliya jiyana xwe jî bi îdeala jiyaneke wekhev û azad borand û di rêka vê armancê de jî têkoşîneke giran dane meşandin.

Şeva 15’ê Adarê dema ku hevalên me ji bo erkeke taybet berê xwe da bajarên Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê, ji ber şert û mercên hewayî di encama qezaya helîkopterê de 9 hevreyên me şehîd bûn. Hevrêyên me Şervan Kobanê,Dîdar Dêrik,Rojeng Rifat,Feraşîn Baran,Xebat Dirbêsiyê,Doxan Efrîn,Harun Rojava, Hogir Dêrik û Koçer Dêrik li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê têkoşîneke mezin dane meşandin. Her henaseya ku girtin bi fedakariyeke mezin kirin bin xizmeta serxwebûna gelê xwe. Her yek ji hevrêyên me yên şehîd ji zarokên vê axê bûn ku kesayetê xwe di nava şoreşê de ava kirin û bi tecrûbeyên ku di nava şoreşê de bi destxistin bûn xwedî seknên werek.

Hevrêya me Dîdar bi rihekî fedayî û bi sekna xwe ye dilnizim hemû erkên xwe yê şoreşgerî bi awayekî serkeftî pêkanî. Hevrê Dîdar  dema ku DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir ji bo gelê ji qirkirinê biparêze beşdarî nava refên azadiyê bû. Ji berxwedaniya dîrokî a Kobanê heta Baxozê di hemû pêngavên li hemberî  DAIŞ’ê hate meşandin de,  bi rihekî fedakar û bi sekna jin ya pêşeng cihê xwe girt. Heval Dîdar ji bo her bihûsteke axa welat  ji dagirkeriyê xilas bike, xwedî îddayeke mezin bû. Rûxmî hevaleke brîndar jî bû lê tu car xwe ji eniyên şer qut nekir. Bi îdîdayekî mezin di profesyoneltiya şerê li hemberî dagirkeriyê de lêhûrbûneke kûr kir û bi vê biryardariyê jî cihê xwe di nava Yekîneyên Antî Teror de girt.

Hevrêyên me Rojeng û Feraşîn jî di temenekî ciwan de berê xwe dan nava refên azadiyê. Hevrê Rojeng weke jineke ciwan li hemberî dagirkeriya li ser Efrînê, berê xwe da nava refên azadiyê. Di demeke pir kurt de hem di warê leşkerî hem jî di warê bîrdozî de xwe pêş xist û cihê xwe di nava Yekîneyên Antî Terorê de girt. Bi kesayeta xwe ya pêşeng ve ji bo parastina nirxên azadiyê weke  sembola rihê jinên ciwan heta kêliya xwe ye dawî jî bû xwedî kedeke mezin. Hevrêya me Feraşîn Baran jî di nava malbateke welatparêz a Dêrikê de mezin dibe û dilê wê herdem ji bo evîna lê dide û bi vê armancê jî her kêliya jiyana xwe dixe bin xizmeta parastina destkeftiyên şoreş ê. Di nava Yekîneyên Antî Terorê de jî bi sekna xwe ye bi pîvan di profesyoneltiya şerê azadiyê de dibe xwedî lêhûrbûneke kûr.

Em wek Yekîneyên Parastina Jin ji malbatên hevrêyên xwe yên şehîd û ji tevahî gelê xwe ye welatparêz re sersaxiyê dixwazin û em soza mezinkirina tekoşîna xwe dubare dikin. Em ê her kêliya ku hênaseya dikşînin da bibin şopdarê doza hevreyên xwe yên şehîd.

Nasnameyên hevrêyên me wiha ne:

Nasnav: Dîdar Dêrik

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Efrîn, 2014

Cih û Dîroka Şehadetê: Başûrê Kurdistanê, 15.03.2023

 

Nasnav: Rojeng Rifat

Nav û Paşnav: Pervîn Bîlal Rifat

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Şehba, 2020

Cih û Dîroka Şehadetê: Başûrê Kurdistanê, 15.03.2023

 

Nasnav: Feraşîn Baran

Nav û Paşnav: Nejbîr Mehmud Hemdo

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Dêrik, 2015

Cih û Dîroka Şehadetê: Başûrê Kurdistanê, 15.03.2023.”