YPJ'ê salvegera damezrandina xwe û rojbûna Ocalan pîroz kir

YPJ'ê salvegera xwe ya pêncemîn û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, "Em pratika pênc salên bihurî dinirxînin û em ê sala 6'emîn bi ruhê Berxwedana Serdemê têkoşîna xwe bi peş ve bixin û bibin dengê tevahî jinên cîhanê."

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi wesîleya 4'ê Nîsanê ku Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û salvegera damezrandina YPJ'ê ye daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de salvegera 5. a damezrandina YPJ'ê û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li mirovahiyê, gelên Bakurê Sûriyeyê, gelên Rojhilata Navîn û hemû jinên li ser şopa rastiyê têdikoşin hate pîrozkirin.

YPJ'Ê DI NAVA 5 SALAN DE LI DIJÎ ÇETEYÊN DAIŞ'Ê Û HEMÛ KOMÊN ÇETE TÊKOŞÎNEKE BÊHEMPA DA

YPJ'ê şehîdên şoreşa gelan bi bîr anî û soz da ku wê têkoşîna wan timî geş bikin.

Di dewama daxuyaniya YPJ'ê de hate gotin, "Em sala 5. ya avakirina YPJ'ê di nava merheleyeke dijwar a têkoşînê de pêşwazî dikin. Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di serî de ji bo dengê jinên Kurd, jinên Sûrî û tevahî jinên Rojhilata Navîn bigihîne cîhanê, di van 5 salên derbasbûyî de têkoşîneke bê hempa li hemberî çeteyên DAIŞ û komên din ên ku temsîla zihniyeta desthilatdar dikirin da kirin. YPJ'ê li ser bingeha feraseta parastina hemû jinan bi çeka xwe, bi vîna xwe, bi cesaret û azweriyek mezin a tekoşînê di şerê parastina mirovahiyê de cihê xwe her tim di refên herî pêş de girt. Ev heqîqeta ku YPJ'ê bi şerê xwe yê parastinê derxist holê di nava demeke kin de bû îlhamek ji tevahî jinên cîhanê re."

PARADÎGMAYA RÊBER APO BÛYE RÊYA YEKANE YA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN CIVAKÎ

YPJ'ê di dewama daxuyaniya xwe ra gihand ku ev meh her wiha ji bo gelên Kurdistanê meha vejînê ye û got, "Rojbûna Rêber APO ji bo gelê Kurd, jina Kurd û ji nûve dîroka Kurdistanê bû rojekî mîladî. Rêber APO, bi felsefeya jiyana azad, bi îdeolojî û rastiya xwe ya rêxistinî heqîqetek nû di Kurdistanê de ava kir. Heqîqeta Rêber APO di bin banê paradigma neteweya demokratîk de îro ji tevahiya gelan re bûye rêya yekane ya çareseriya pirsgirêkên civakî.  

SALA PÊNCAN BI BERXWEDANA SERDEMÊ RE GIHÎŞTIYE QONAXEKE NÛ YA TÊKOŞÎNÊ

Di vê pevajoya dîrokî de ku sala pêncemîn a damezirandina YPJ'ê ye, eşkere derketiye holê ku têkoşîna ji bo azadkirina gelan û jinan ên li Rojava tê dayin bi Rojava re sînordar nemaye. Di heman demê de ji bo hemû jinên cihanê bûye mînakek. Li ser vê rastiyê YPJ'ê ji jinên hemû netewe û pêkhatiyên cuda cuda îro xwe bi artêş kiriye. Bê guman xuluqdarên vê rastiya mezin ya şoreşa Rojava û avakirina YPJ'ê şehîdên me yên leheng in. Ji bo azadiya gelan û nasnameya jina azad şehîdên me destanên berxwedaniyê nivîsandin. Di şexsê hevrê Silava, Hebûn, Arîn, Destan, Avaşîn, Şervîn, Nalîn, Hêlîn, Sozdar, Amargî, Avêsta, Barîn, Ruhenda, Zîlan, Têkoşîn, Rûsyar, Lêgerîn û Hêlîn Qereçox, de bi sedan hevalên me yên jin nûnertiya xeta jina azad kirin û bûn heqîqetên ebedî di rastiya şoreşa gelan de. Sala 5. ya têkoşînê bi Berxwedana Serdemê re xwe gihandiye qonaxeke nû ya têkoşînê û ev têkoşîn bi biryardariyek mezin wê bi pêşengtiya YPJ’ê berdewam bike.

KEDA RÊBER APO HIŞT KU JIN Û GELÊN KURDISTANÊ BI NASNAMEYEKE AZAD BIJÎN

Têkoşîna ji bo 'Rojava ya Azad û Sûriyeya Demokratîk' tê dayin bi azadbûna jinan ve dimeşe. Têkoşîna ku bi vê zanebûnê, di bingeha paradîgmaya azadiya jinê û bi peşengtiya YPJ'ê tê meşandin ve îro şoreşa gelan tên jiyîn. Keda Rêber Apo hiştiye ku îro jinên Kurd û gelên Kurdistanê bi nasnameyeke azad bijîn û hîn jî bi esas girtina felsefeya Rêber Apo ve şoreşê me zêdetir mezin dibe.

Em li ser vê bingehê pratika pênc salên bihurî dinirxînin û em ê sala 6'emîn bi ruhê Berxwedana Serdemê têkoşîna xwe bi peş ve bixin û bibin dengê tevahî jinên cîhanê.

Carekî din em 5. Salvegera avakirina YPJ û rojbûna Rêber APO, li tevahî jinan û gelên cîhanê pîroz dikin û şehîdên xwe yên nemir bi bîr tînin."