YPJ’ê nasnameya şervaneke xwe ragihand

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya şervana xwe ya bi navê Xedîce Bekir bi nasnav Vejîn Zagros eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê di daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervana wan Xedîce Bekir (Vejîn Zagros) 5'ê Tebaxa 2019'an dema ku diçû ser peywira xwe bi qezayekê li Şedadê şehî bûye. Fermanariya YPJ'ê got, ''Di kesayeta hevrê Vejîn de em tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî bîr tînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin.''

Bi berdewamî daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPJ'ê ya li ser şehîdbûna Vejîn Zagros wiha ye:
''Em gelê Kurd di demeke awarte re derbas dibin. Tişta ji me jî tê xwestin ew e ku em li hember erken vê pêvajoyê bibin bersiv. Di her kêliya jiyana xwe de mirov bibe xwedî gavên mezin, bi mîsogerî ev ê me bigihîne bersivên rast. Rêhevala me Vejîn Zagros jî li navçeya Şiyê ya girêdayî bajarê Efrînê ji dayîk dibe. Di nava malbateke welatparêz de bi fikra welatparêziyê mezin dibe. Di temenê xwe yê ciwan de bersiva lêgerînên xwe di nava refên YPJ’ê de dibîne û beşdarî nava refên me dibe. Ji roja ku tevlî nava refên me dibe û heta kêliya ku şehîd bû jî, her demê bû bi zîrekî xwe tevlê dikir. Di tevlîbûna xwe de jî her demê bi fedekarî, coş û bi morale xwe dihate nas kirin. Rêheval Vejîn çawa ku di jiyana xwe de di nava hevrêyên xwe de dihat heskirin di heman demê de di aliyê leşkerî de jî her demê xwesteka wê ya xwe pêş xistinê kêm nedibû. Hevrê Vejîn di tevlîbûna xwe ya jiyanê de her demê xwestekên xwe yên ji bo rizgar kirina bajarê Efrînê dianî ziman û li ser van bingehan jî roj bi roj di her alî de tevlîbûna xwe xurt dikir. Mutewazîbûn û dilnizmiya heval Vejîn dihişt ku ji aliyê tevahî rêhevalên xwe ve were heskirin û ti rêhevalên we jê neêşe.

Bêguman şehadeta her rêhevaleke me ji bo me dibe cihê xemgîniyê. Em careke din di kesayeta rêheval Vejîn de tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bîr tînin û em careke dî soz didin ku têkoşîna wan bilind bikin û xeyalên wan pêk bînin. Em careke din ji malbata şehîd Vejîn re û tevahî malbatên xwe yên şehîdan re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya rêhevala me ya şehîd wiha ye;

Nasnav: VEJÎN ZAGROS

Nav û Paşnav: XEDÎCE BEKIR

Navê Dayikê: MERYEM

Navê Bav: FAYIQ

Cihê Ji Dayikbûnê: EFRÎN

Cih û Dîroka Şehadetê: ŞEDADÊ / 05. 08. 2019