YPJ’ê ji bo jinên Şengalî û Efgan banga piştevaniyê kir

YPJ’ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku wê piştgiriyê bidin kampanyaya ji bo piştevaniya jinên Şengalî û Efgan.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di ser komkujiya Şengalê re ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk hat, 9 sal derbas bûn. Çeteyên barbar ên DAÎŞ’ê qir kirin, hêzên leşkerî yên PDK’ê gel bi tenê hişt û reviyan, hêzên hegemon ên cîhanî jî bê deng lê temaşe kir. Di 15’ê Tebaxa 2021’an de jî bi heman hişmendiya qirkirinê tevgera Talîban Efganistan desteser kir. Di bin navê tifaqa aştiyê de Talîban hate ser desthilatê û bi erêkirin, piştgirî û hevkariya hêzên navneteweyî kiryarên li dijî mirovahiyê pêk hatin.

Bi vê boneyê di serî de jin û zarok em tevahî gelê xwe yê Êzidî û gelê Efgan yên di komkujiyê de hatin qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin. Em van civakên hovane yên dijminên jin û jiyanê, bi tundî şermezar dikin. Her wiha em tevahî şehîdên qehreman ên ku bi çek û sînga xwe li hemberî van komkujiyan bûn mertal û canê xwe feda kirin, bi rûmeteke mezin bi bîr tînin.

Li Efganistanê di bin navê dîn û baweriyê de bi hezaran jin ji tevahî qadên jiyanê hatin dûrxistin. Jinên aktîvîst, parlamenter, rojnamevan, xebatkarên tenduristiyê û parêzer bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Bi dehan jinên çalakvan di zindanan de rastî destdirêjiyê hatin. Bi heman ferasetê li Şengalê mirovahiyê şahidî ji komkujiyeke herî hovane û xedar re kir. Di sedsala 21’an de li ber çavê tevahî cîhanê bi awayekî zanebûn û bi hovîtiyeke mezin jin rastî qetilkirin, revandin û destdirêjiyê hatin. Di bazarên koletiyê de hatin firotin.

Ruxmî van tevahî kiryarên hovane û qirker, jinên Efgan û Êzidî xwe mehkûmê jiyana koletiyê nekirin û dengê xwe gihandin tevahî cîhanê. Ji bo wê em vê berxwedana bi rûmet a jinên Efganî û Êzidî silav dikin û soz didin tevahî jinên ku bûn qurbanê destdirêjiya mêrê desthilatdar, em ê tekoşîna azadiya jinê ji Rojava heya bi Şengal û Efganistanê ji her demê zêdetir bilind bikin.

Em pê dizanin ku her çendî dem û mekan ji hev cuda bin jî, lê bi heman feraseta zilamê hegemon civakeke mezin li dijî jinan pêk tê. Di şexsê jinê de careke din hewl didin civak û mirovahiyê mehkûmê jiyaneke bê rûmet, bê çand û bê exlaq bikin. Heman hişmendiya ku li Şengal û Efganistanê qirkirina civakî pêk anî, îro li her derê li ser kare. Li herêmên me yên Bakur-Rojhilatê Sûrî hevrêyên me yên cengê yên ku bi salan li dijî DAÎŞ’ê bi wêrekiyeke mezin şer kirin îro ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên hedef girtin. Her wiha jinên Ereb ên ku bi şoreşa Rojava re beşdarî nava refên tekoşînê bûn û nûneriya jinên Ereb dikin, bi destê şaneyên razayî yên DAÎŞ û dewleta Tirk tên qetil kirin. Li herêmên ku niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk de mîna Efrîn, Til-Ebyad û Serêkaniyê rojane jin tên revandin, rastî tecawizê tên û bi awayek hovane tên qetil kirin. Her wiha li Silêmaniyê qetilkirina aktîvîsta jin Nagîhan Akarsel, li Rojhilatê Kurdistanê qetilkirina Jîna Emînî û li Ewropa hedefgirtina pêşenga tevgera azadiya jin Evîn Goyî, li Efganistanê qetilkirina aktîvîsta jin Mursel Nebîzade bi heman feraset û polîtîkaya mêrê desthiladar a modernîteya kapîtalîst pêk hatin.

Ev qetlîamên jinan ên ku li deverên cuda yên cîhanê pêk tên, careke din nîşan dide ku hişmendiya mêrê desthildar a ku bi fermana hêzên hegemon a modernîteya kapîtalîst pêk tên, tola xwe ji jina serhildêr, zana û rêxistinkirî digre. Ji bo wê yekane rêya ku dikare pêşiya vê hişmendiya qirker bigre, xweparastin û rêxistinbûna hevbeş a tevahî jinên cîhanê ye. Yekane rêya xilasiya ji felaketa qirkirinê ya pergala modernîteya kapîtalîst, xurtkirina tekoşîna azadiyê ye.

Li ser vê bingehê em wek Yekîneyên Parastina Jin beşdarî kampanyaya tevgera azadiya jinan KJK’ê dibin û em dibêjin “Li dijî civakên mêrê desthilatdar, em li rex jinên Efgan û Şengalî ne”. Wek YPJ me li ser fikir û ramanên Rêber Apo yên azadiya jinan xwe ji nû ve ava kir û hêza xwe ya parastinê bi pêş xist. Rêber Apo rêya xilasiya ji koletiyê ji me re nîşan da. Bi beşdariya jinên Ereb, Asûrî, Tirkmen û enternasyonal me dengê xwe gihande tevahî jinên cîhanê û va ye îro em parastina pergala neteweya demokratîk dikin.

Ji bo wê çawa ku di komkujiya Şengalê de wek YPJ û gerîlayên YJA Starê me mil bi mil bi hev re jinên Êzidî ji hovîtiya DAÎŞ’ê xilas kirin û îro li ser vê bingehê li Şengalê jinan hêza xwe ya parastinê YJŞ ava kir, her wiha di pêvajoya şerê Kobanê û Serêkaniyê de jinên Efgan piştgiriya xwe ya bi YPJ’ê re nîşan da, dê heman helwest û têkoşîna me ya hevpar dawî li pergala mêrê desthilatdar bîne.

Li hemberî civakên ku li Şengalê bi destê çeteyên modernîteya kapîtalîst DAÎŞ’ê, li Efganistanê jî bi destê tevgera Talîbanê pêk hatin û hê jî pêk tên, em wek şervan û fermandarên YPJ’ê careke din dibêjin; em ê her tim li rex jinên Êzidî û Efgan bin.

Wek Yekîneyên Parastina Jin em ê bi awayekî şênber gavên derbarê bilindkirina tekoşîna jinan de bi pêş bixin. Li ser vê bingehê;

- Li hemberî feraseta zilamê desthiladar em ê pergala xwe ya parastina cewherî, hem di warê bîrdoziya rizgariya jinan de, hem jî di xeta parastina rewa de bilind bikin.

- Çawa ku me ezmûn û daneheva xwe ya şer û xweparastinê bi jinên Şengalî re parve kir, em amade ne ku heman tecrubeyên xwe bi jinên Efgan re jî parve bikin.

- Ji bo avakirina pergaleke parastina jinan a cîhanî, wek YPJ em amade ne bi erkên xwe yên dîrokî rabin.

Em dizanin ku têkoşîna mafdar û rewa ya jinên Şengal û Efganistanê têkoşîna me bi xwe ye. Ji bo wê ruxmî her awayî zext, civaka, qirkirin û destdirêjiyan, em ê gav paşde neavêjin û dijminên jin û jiyanê têk bibin. Ji bo wê li ku dibe bila bibe, wek jin em ê hêza xwe ji hev bigirin. Em ê di şexsê Mursel Nebîzade ya Efgan, Jîna Emînî ya ji Rojhilat û Bêrîvan Êzidî ya Şengalî tola tevahî jinan rakin û siberojeke azad diyarî jinan û mirovahiyê bikin.”