YPG'ê nasnameya 12 cangoriyan eşkere kir

"Çawa ku çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Kobanê bi saya têkoşîna bi hezaran şehîdan têk çû wê bi saya şehîdên pêngava Xezeba Firatê jî ne tenê li Rojava li tevahî Suriyê têk biçe. Bi standina Reqa wê bingeheke xurt ji bo Suriyeke demokratîk ava bibe."

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, nasnameya 11 şervanên xwe yên di navbera 10-14'ê Gulanê de, di Pêngava Xezeba Firatê de û şervanekî xwe yê li Şedadê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Pêngava Xezeba Firatê ya ji bo rizgarkirina gel û bajarê Reqa û gundewarê wê, piştî standina bajarê Tebqayê qonaxa çaremîn a pêngavê ket meriyetê. Pêşengtiya ku Hêzên Suriya Demokratîk (QSD) dike û di nav de Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ cih digre bi şev û roj şerê li hember çeteyên DAIŞ’ê tê meşandin. Qonaxa çaremîn ku 5 roj pey xwe hiştiye bi hezaran sivîl û gelek gund û cihên stratejîk di bin dagirkeriya çeteyan hatiye rizgarkirin. Encamên hatine girtin bi saya têkoşîna şehîdan a bê hempa ye. 

Çawa ku çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Kobanê bi saya têkoşîna bi hezaran şehîdan têk çû wê bi saya şehîdên pêngava Xezeba Firatê jî terora DAIŞ’ê ne tenê li Rojava li tevahî Suriyê têk biçe. Bi standina Reqa wê bingeheke xurt ji bo Suriyeke demokratîk ava bibe. Şehîdên pêngavê îspatkirina vî tiştîne.

Di rizgarkirina bajarê Tebqayê û gundewarên Reqayê de 11  hevalê me bi bîr û baweriyeke xurt têkoşiyan û tevlî karwanên şehîdan bûne. 11’ê Gulanê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser gundê Ezawî ya girêdayî Şedadê de pêkhatibû û piştî bersivdayina şervanên me êriş hatibû şikestin de yek hevalê me gihiştiye asta şehadetê. 

Em weke YPG û YPJ di kesayeta 12 şehîdên xwe de hemû şehîdên şoreşê bibîrtînin û dibêjin ku xeyalê şehîdan pêkanîn wê erka sereke li ser milê me be. Em ê heya dawî şopdarên şehîdên xwebin. Di dawî de malbatên şehîdan û gelên Rojava û Bakurê Suriyê re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Goran Nûroj

Nav û Paşnav: Goran Nûroj

Navê Rast: Bengîn Cemîl Cemîl

Navê Dayikê: Newroz

Navê Bav: Cemîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 10 Gulan 2017

======

Azad Qamişlo

Nav û Paşnav: Azad Qamişlo

Navê Rast: Mehmûd El Zenbûr

Navê Dayikê: Helala

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs, Gundê El Naûm

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 11 Gulan 2017

====

Egîd Zagros

Nav û Paşnav: Egîd Zagros

Navê Rast: Mihemed Arif Abdulah

Navê Dayikê: Fida

Navê Bav: Ebid

Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbespiyê, Gundê Til Ehmed

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 11 Gulan 2017

=======

Meyar Tirbespiy

Nav û Paşnav: Meyar Tirbespiyê

Navê Rast: Mûeyed Elî Ebas

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Mecid

Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbespiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 11 Gulan 2017

=======

Seyîd Çilaxa

Nav û Paşnav: Seyîd Çilaxa

Navê Rast: Hisên Mihemed

Navê Dayikê: Edla

Navê Bav: Ebid

Cihê Ji Dayikbûnê: Girkê Legê, Gundê Cewadî Kemer

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa 14 Gulan 2017

======

Ciwan Reqqa

Nav û Paşnav: Ciwan Reqqa

Navê Rast: Muhened Esaf

Navê Dayikê: Foza

Navê Bav: Siwadî

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa, Kerama

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Gundê Xesaniyê 11 Gulan 2017

======

Delîl Ezîz

Nav û Paşnav: Delîl Ezîz

Navê Rast: Fayiz Xelef

Navê Dayikê: Xezne

Navê Bav: Xelef

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa, Kerama

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Gundê Xesaniyê 11 Gulan 2017

=====

Welat Reqqa

Nav û Paşnav: Welat Reqqa

Navê Rast: Elî Ibrahîm

Navê Dayikê: Suriya

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Gundê Xesaniyê 11 Gulan 2017

=======

Xal Reqqa

Nav û Paşnav: Xal Reqqa

Navê Rast: Elî Wehîd

Navê Dayikê: Xelîfa

Navê Bav: Ebdulah

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Gundê Xesaniyê 11 Gulan 2017

======

Cano Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Cano Serêkaniyê

Navê Rast: Erciwan Siltan Mihemed

Navê Dayikê: Fewziye

Navê Bav: Siltan

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Gundê Hitîn 11 Gulan 2017

======

Tolhildan

Nav û Paşnav: Tolhildan

Navê Rast: Mihemed El Xelîl

Navê Dayikê: Amna

Navê Bav: Xelîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Silûk

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, 10 Gulan 2017

=====

Muhened Hesekê

Nav û Paşnav: Muhened Hesekê

Navê Rast: Xazî Mele Elî

Navê Dayikê: Xada

Navê Bav: Ebdulwehab

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ezawî 11 Gulan 2017