YJA Star: Hevrê Helîn û Nalîn soza me ya tolhildanê ye

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star, têkildarî endamên Konsyea Leşkerî ya YJA Star Nalîn Mûş û Helîn Dersîm ên di encam bomberdûmana êrîşên hewayî yên Tirk a meha Nîsanê de jiyana xwe ji dest dabûn daxuyaniyek da.

YJA Star, ji bo Mûş û Dersim soza ‘Tolhildanê’ da. YJA Star diyar kir ku di encama bomberdman balafirên şer ên artêşa Tirk a di 26-28’ê Nîsan ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de Nalîn Mûş û Helîn Dersim jiyana xwe ji dest dane.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star, di daxuyaniya nivîskî de ev agahî da:

Artêşa TC’ê ku li dijî hêza me ya gerîla vîna wê şikestiye, ling dide êrîşên hewayî yên bi teknîkê û bi vî rengî jî hewl dide hêzê bide xwe. Di nav vê çarçoweyê de li dijî Qadê Parastina Medyayê êrîşên giran ên hewayî pêk tînin. Di encama bombebarana zêde ya hewayî de, di navbera 26-27-28’ê Nîsanê de ya bi ser Qadê Parastina Medyayê de, endamên Konseya me ya Leşkerî ya YJA-Starê hevrê Nalîn Mûş û Hêlîn Dersîm şehîd bûne. Em hevrêyên xwe Nalîn û Hêlîn bi hurmet bi bîr tînin, sersaxiyê didine malbatên wan û em diyar dikin ku li ser sonda tolhildana wan, em ê girêdayî bîranîna wan bin. Hevrê Hêlîn û Nalîn ku ji mêj ve ye di nav refên me yên têkoşînê de bûn, bi asta fermandarên pêşeng rola xwe bi cih anîne, asta azadiyê ya artêşbûna me ya jinê berbiçav kirine.

Li ser girêdana bi bîranînên wan ve, heta ku em azadiyê teqez bikin careke din ji bo hemû hevrêyên şehîd sonda xwe dubare dikin. Hevrêya me Nalîn Mûş ji salên 90’î ve, hê di ciwantiya xwe tevlî nav partiyê bûye û têkoşîneke têr û tije jiyaye.

JIYANA TÊKOŞÎNA 25 SALAN A NALÎN MÛŞ

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

Di yekîneya pêşî ya artêşbûna jinê, di yekîneya qada Erzerûmê de cih girtiye. Jiyana têkoşînê ya hevrêya me hevşibê dîroka me ya artêşbûna jinê ye. Çawa ku artêşbûna me ya jinê her roj bi mewzî bûbe û hêzdar bûbe, paralelî vê, hevrêya me Nalîn jî, di şexsê xwe de, helwesta xwe ya azadiyê bi rengê fermandara jin berbiçav kiriye. Ji hêla artêşbûna me ya jinê ve tê maneya tecrûbeyeke mezin. Bi têkoşîna xwe bûye sembola helwesta fermandareke pêşeng. Hevrêya me Nalîn heta dawiya jiyana xwe ya têkoşînê, tim li eniyên pêş ên têkoşînê cih girtiye, li qadên herî dijwar maye, di hemû xebatên xwe de, bi asta pêşengiyê xwe diyar kriye û tevlêbûneke diyarker nîşan daye. Jiyana wê ya têkoşînê ya 25 salan bi ked, xwedayin û fedekariyê tije ye. Li Qadên Parastinê yên Medyayê û li Erzerûm, Dersimê bi fermandarî xebat kiriye.

Hevrê Nalîn li gel tecrûbeya leşkerî û tecrûbeya giştî pîvanên azadiyê jî di şexsê xwe de berbiçav kiriye. Hevrê Nalîn ku herî dawî bi sifetê endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê xebat dikir, car caran li qadên cihê yên tevgera jinê berpirsyarî kiriye. Her wiha di xebatên navendî yên tevgera jinê de bi pêşengî rola xwe bi cih aniye. Di Konseya Rêveber a PAJK’ê de, Partyiya Azadiya Jinê de cih girtiye, ji bo partîbûna jinê rûne peywira pêşengiyê kiriye. Hevrê Nalîn, bi helwesta jina azad a ku di şexsê xwe de pêk anî, ji hêla hemû hevalan ve mînak hatiye dîtin, di dilê hemû hevrêyên xwe de cihê xwe çêkiriye. Hevrê Nalîn ku demeke dirêj pêşengî kirî, di têkiliyên hevrêtiyê de jidil bû, nazik bû û bi vê helwesta xwe ya jidil karîbûya ku hemû hevalên xwe ragire û tecrûbeyên xwe par ve bike. Hevrê Nalîn ku bi zanîna xwe ya rêxistinî li hemû deverên ku lê bûye, giraniya xwe nîşan dida, ji hêla din ve jî, bi jidilbûn û henekoyîbûna xwe jî, rastiya PKK’ê, li ser zemîna azadiya jinê, helwesta bi prensîb di hemû qadên jiyanê de berbiçav kiriye.

 “HELÎN DERSIM, GOTINA SERKÊŞ Û XWEZAYA DÊRSIMÊ BÛ”

Hevrêya me Hêlîn Dersim, rastiya sirûştî û serhildêr a Dersimê di şexsê xwe de berbiçav kiriye. Rastiya dîrokî ya Dersimê di şexsê xwe daye jiyîn û bi bawerî û giyanê ku tola komkujiya Dersimê hilîne, di asta herî çalak de nêzî peywirên têkoşînê bûye. Dema ku hevrê Hêlîn tê gotin a ku pêşî bi bîra mirov tê nazikiya jinê ye. Hevrê Hêlîn bi pêwendî û bi germî nêzî her kesî û her tiştî dibû, bi vî rengê xwe jî deryaya hezkirinê ya li mirov û sirûştê bû. Dema ku hevrê Hêlîn tê gotin deryaya hezkirinê tê gotin. Hêla humanîst a civaka Elewî bi Wê re bi nazikbûna jinê xwe nîşan dida.

Hevrê Hêlîn ku bi karekterê PKK’ê yê gerdûnî û berxwedêr ev rastiya xwe qeyîmtir kirî, hewlesta PKK’ê û helwesta jina azad a PAJK’ê di şexsê xwe de nîşan daye. Hevrê Hêlîn ku 1997’an tevlî nav refên me yên azadiyê bûyî, bi keda xwe xwe afirandiye û di dilê hemû hevrêyên xwe de, bi helwesta xwe ya xwerû û gewherî cihê xwe çêkiriye. Hevrê Hêlîn, endamê Konseya Leşkerî ya YJA-Starê, tim xwestiye ku li eniyên pêş tên têkoşînê be, li hemû qadan, bi ked, fedekarî û nazikbûna xwe pêşengî kiriye. Hevrê Hêlîn ku demekê li qada Rêbertî mabû, tiştên ku ji Rêbertî hîn bûyî di hemû kêliyên jiyanê de bi hevalên xwe re par ve kiriye. Hevrê Hêlîn di Konseya Rêveber a PAJK’ê, Partiya Jina Azad de cih girtiye û bi çalakî tevlî nav xebatên azadiya jinê de maye. Her wiha di xebatên navendî yên tevgera jinê de rola xwe ya pêşeng pêk aniye.

Hevrê Hêlîn ku ji hêla îdeolojîk ve xwe perwerde kiribû û xwedan tecrûbe bû, parvekirina tecrûbeya xwe ya bi hevrêyên xwe re peywireke şoreşgerî qebûl kiriye û bi çalakî tevlî nav xebatên akademiyê bûye. Hevrê Hêlîn ku dildarê sirûştê bû û bi hezkirina însên dilê xwe tije kiribû, di heman demê de wêjevaneke serkeftî bû. Hevrê Hêlîn ku çi devera didît bi bi dîroka wê, bi dema wê ya niha meraq dikir, lêdikole, her tiştê ku şahidî jê re dikir ji kûr ve hîs dikir, hez dikir ku hemû sirûşta ku derdikete pêşberî wê, mirovan binivîsîne û bike malê dîrokê.”

HETA SERKEFTINÊ TÊKOŞÎNA BÊ HEMPA

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star di dewama daxuyaniyê de wiha got: “Em di şexsê hevrê Nalîn û Hêlîn de careke din soza xwe ya tolhildanê didine hemû şehîdên şoreşê. Heta ku em tevgera azadiyê ku bi keda wan hatiye îro bibin serî û serfiraz bikin, têkoşîna me wê bi rengekî bêhempa bidome. Berxwedan û rengê têkoşîna wan a ku wan di temenê de jiyayî, wê ji têkoşîna me re bibe ronahî.’’