Xwediyê Xelata Nobelê Nergîs Muhammedî jî di êrîşên li Tehranê de birîndar bû

Girtiyên jin ên ku li Girtîgeha Evîn a Tehranê cezayên darvekirinê şermezar kirin rastî êrîşan hatin. Hat ragihandin ku di êrîşê de tevî girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî, xwediyê xelata Nobelê Nergîs Muhammedî jî birîndar bûye.

Malbata Nergîs Muhammedî bi daxuyaniyekê diyar kir ku, gelek girtiyên siyasî yên jin ku Nergîs Muhammedî jî di nav de ye, ji bo darvekirina Gulam Reza Resaî şermezar bikin li hev kombûne û got, “Di serî de ji bo jinên ku di refên pêşî yên çalakiya şermezarkirinê de cih digirin fermana li wan xistinê hatiye dayîn. Girtiyên jin rastî êrîşên dijwar hatine. Li ser vê yekê polîsên Îranê ên êrîşkar bi kulmê li sînga Nergîs Muhammedî xistine û ji ber nekariye bêhnê bistîne li baxçeya girtîgehê bi ser hişê xwe ve çûye.”

Hat diyar kirin ku Nergîs Muhammedî li revîra girtîgehê hatiye dermankirin û sewkî nexweşxanê nehatiye kirin. Malbatê, ji rewşa tenduristiya Nergîs Muhammedî bi fikar e.

Li gorî agahiyên ji girtiyên siyasî yên li girtîgehê hatin girtin; Polîsên Îranê êrîşî Werîşa Muradî jî kirin û êşkence lê kirin. Werîşe Muradî piştî êşkenceyê li gelek cihên laşê wê birîn hebûn. Piştî êşkenceyê destûr nehat dayîn Werîşe Muradî biçe nexweşxaneyê. Dîsa girtiyan agahî parve kirin ku efser Hadî Mihemedî fermana êşkenceya li girtîgehê daye.