Xelata Azadiya Çapemeniyê dane nûçegihan Najîba Ayûbî

Nûnertiya Nûçegihanên Sînornenas a Swêdê, Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2017’an dane nûçegihana jin a Efganî Najîba Ayubî ku parazvana mafê jinan bû û mafên siyasî û azadî diparast.

Ayubî ku ev ji 25 salan zêdetir e nûçegihaniyê dike, şefîtiya saziya bi navê Kilîd Groûp dike ku li 34 eyaletên Efganîstanê rêxistinên wê hene û mezintirîn du rojnameyên Efgan derdixînîne.

Di sedeme xelatdayinê de ya ji bo Ayubî de hate gotin: ‘’Li welatekî wiha ku nûçegihanî li wê derê hema hema ne pêkan e nûçegihaniyê dike. Têkoşîna wê ji çar aliyê dinyayê re bûye îlham û ew bi serê xwe ispata wê ye ku nûçegihan dikarin tiştên cuda bikin.’’

Serokê Nûçegihanên Sînornenas Jonathan Lundqvîst di merasîma xelatdayinê de axivî, ku merasîm li Mûzeya Dansê ya Stockholmê pêk hat, diyar kir rêxistin pê şanaz in ku xebatê didine Najîba Ayubî.

BI TÊKOŞÎNA XWE BÛ MÎNAK

Diyar kir ku Ayûbî ku li dijî avaniyên Talîban û yên klasîk bi dehan salan e têkoşînê dide, bi têkoşîna xwe ya li Efganîstanê ku ji bo nûçegihanan talokeya jiyanê heye , hem li welatê xwe û hem jî li welatên din ên dinyayê ji bo nûçegihanan bûye mînak.

Ayubî nekarî tevlî merasîma xelatdayinê bibe lê fîlmê ku şandî ji bo beşdaran hate nîşandan û got, li Efganîstanê azadiya derbirînê zêde tê binpekirin û bi taybetî jî nûçegihanên jin du caran zêdetir zextê dijîn.

Ayubî diyar kir di van 15 salên dawî de li gel ku 50 nûçegihan hatine kuştin jî ti kesek nehatiye cezarkirin, bang li raya giştî, Swêd, welatên Ewropayê kir ku li dijî binpêkirinên li Efganîstanê helwestdar bin û pişta saziyên çapemeniyê yên jin û azad bigirin.