Umît: 4'ê Nîsanê rojbûna hêvî û azadiyê ye
Umît: Ji bo fêhmkirina rastiya Rêbertî, pêwîstî bi lêgerîneke dişibe lêgerîna li rastiyê ya hezaran salan a Rojhilata Navîn heye. Ev lêgerîn bi xwe rêyek e. Her kes nikare bibe rêwiyê vê rêyê.
Umît: Ji bo fêhmkirina rastiya Rêbertî, pêwîstî bi lêgerîneke dişibe lêgerîna li rastiyê ya hezaran salan a Rojhilata Navîn heye. Ev lêgerîn bi xwe rêyek e. Her kes nikare bibe rêwiyê vê rêyê.
Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Hêlîn Umît bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî û rojbûna Ocalan pîroz kir.
Umît diyar kir, 4'ê Nîsanê rojbûna hêvî û azadiyê ye û hemû jinên Kurdistanî bi taybetî jinên Kurd vê rojê weke rojbûna xwe pîroz dikin.
Umît got, ew jî vê roja ku mizgîna serdema jinan dide, bi hesret, bi hezkirinê pîroz dike.
Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Umît destnîşan kir, ku ji bo fêhmkirina rastiya Ocalan, pêwîstî bi lêgerîneke dişibe lêgerîna li rastiyê ya hezaran salan a Rojhilata Navîn heye û wiha dewam kir: "Ev lêgerîn bi xwe rêyek e. Rêber Apo hişyariyan dike, ku her kes nikare bibe rêwiyê vê rêyê. Destnîşan dike, ku yên li pey hewesên erzan in, li dû madiyatê ne û êsîrên ajoyên xwe ne, nikarin di vê rêyê de bimeşin, wê aciz bibin û bikevin. Şîretan li rêwiyên vê rêyê dike, ku xwe bi zanebûn û baweriyê xurt bikin. Bi wesîleya rojbûna Rêberê me, pêwîste em hişyarî û pêşniyarên Rêberê me yên li ser têkiliya rastiya Rêbertî bi jinê re, bînin hişê xwe. Rastiya Rêbertî, meşeke azad dixwaze. Çawa ku gava destpêkê gava azadiyê ye, bi meşê re mirovan azad dike. Ev rêya navxweyî, ku takekes bi hilweşandina hemû qedexe û tabûyan pêk tîne, rêwîtiyeke hundirîn e, ku ji hemû pêvajoyên dîrokê pêk tê. Kurteberiya gerdûnê; mirov bi derbasbûna ji van ezmûnan dikarin xwe nas bikin."
Hêlîn Umît diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji nava rêxistinbûna herî qels a civaka Kurd derket holê, ev rê afirand.
Der barê têkiliya bi jinê re, Umît diyalogek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şehîd Nûda re bibîr xist û got, "Rêbertî ji heval Nûda xwest, wî pênase bike. Heval Nûda jî jê re got, 'Rêbertî masî negirt û neda me. Wî em hînî girtina masiyan kir'. Ev pênase gelekî bi xweşiya Rêbertî çû û erê kir. Bi kurtasî, ji weke mirovek hewcedar, qels û li destê mêr dinêre, nedît. Jin ne weke qelsiyê, lê weke çavkaniya hêzê dît. Cihêrengiya jinê weke navendekê dît, kişf kir ku nêrîna jinê hestewar e û derew di nav de nîne. Têkiliya bi jinê re li ser bingeha hest û nêrînê nirxand."
Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Hêlîn Umît diyar kir, Rêberê Gelê Kurd mêrê klasîk kuşt û rastiya heyî ya jinê red kir. Umît got, "Ev xet, cewhera şoreşa civakî ya li Kurdistasnê ye. Şerê hestan e... Hestên mezin di encama vê têkoşînê de veguherîn nêrîn û projeyên mezin."
Umît ragihand, ku sedemeke girîng a ku Rêbertî rola pêşengiyê da jinê ew e, ku civak û jiyan bi temamî li ser kolekirina jinê hatiye avakirin û got, "Li dora pîvana 'jin azad nebe, ciavk azad nabe, mêr qet azad nabe' serdemeke xweser a têkoşînê da destpêkirin. Di nava vê têkoşînê de rastiya Rêbertî di destpêkê de têkoşîneke ku xwe azad bike meşand û mêrê klasîk ji holê rakir."
Di dawiya axaftina xwe de Hêlîn Umît got, "4'ê Nîsanê rojbûna eşqek winda ye. Li hemû jinan pîroz be."