Tundiya mêr: 3 jinên din hatin qetilkirin

Li Amed, Konya û Bolûyê 3 jinên din ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.

Rozerîn Yildiz a li navçeya Hênê ya Amedê dijiya, di 8’ê Hezîrana 2022’yan de ji aliyê notirvan Ozcan Yildiz ê ku li ber hev berdanê bûn ve hate xwestin ku bi çekê were kuştin. Rozerîn Yildiz a giran birîndar bû, piştî 2 salan li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

KONYA

Kesê bi navê Talha Ç. li Taxa Mehmet Akîf a navçeya Selçuklu ya Konyayê êrîşî dapîra xwe ya 84 salî Sahure Dudu Bahçecî û meta xwe Hasîbe E. kir. 

Sahure Dudu Bahçecî û keça wê Hasîbe E. ku ji gelek deverên laşê xwe birîndar bûbûn, piştî mudaxileya ewil rakirin nexweşxaneyê. Bahçecî, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hasîbe E. jî piştî dermankirinê ji nexweşxanê derket.

BOLÛ

Serkan Zengîn ê li Taxa Başak a navçeya navendî ya Bolûyê, hevsera xwe Meltem Zengîn û xezûrê xwe Turgut Doganyîgît qetil kir. 

Êrîş li mala malbata Meltem Zengîn pêk hat.