TJK-E’yê çalakiya li pêşiya Konseya Ewropayê wergirt

Çalakiya li pêşiya Konseya Ewropayê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji aliyê endamên TJK-E’yê didome.

Li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 12’ê Cotmehê de çalakiya rûniştinê hatibû destpêkirin. Endamên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ev çalakî wergirtin.

Çalakî li qada CPT û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) tê domandin û di çarçoveya pêngava KCK'ê ya di 12’ê Îlonê de ev çalakî hatibû destpêkirin.

Di hefteya pêşîn de nûnerên pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk (DGB) û saziyên bîr û baweriyê di çalakiyê de cih girtibûn. TJK-E’yê jî di hefteya duduyan de çalakî wergirtin. Hefteya borî jî rêveberên KCDK-E, KON-MED, AveG-KON, ATÎK û ADDK’ê di çalakiyê de cih girtibûn. Hunermendên TEV-ÇAND û MAR-DEF’ê jî ji bo piştgiriyê hatibûn qada çalakiyê.

WÊ SEMÎNERÊN JINAN WERE LIDARXISTIN

Çalakgerên TJK-E’yê wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vê hefteyê çalakiyê bidomînin. Di hefteya duyemîn a çalakiyê de jî wê li ser ‘Qirkirina li ser jinan, têkoşîna jinên azad, îdeolojiya rizgariyê ya jinan’ semîner were lidarxistin.

Çalakiya rûniştinê tevî çalakiya Nobeta Azadî ji Ocalan re tê kirin. Çalakiya nobetê kete hefteya 435’an.