TJK-E li Strasborûgê standek vekir

TJK-E di çarçoveya pêngava ‘Ji bo Guhertin û Azadiyê tu jî rabe ser piyan’ li bajarê Strasboûrg ê Fransayê standek vekirin.

Însyatîfa Jinan a Zînê di çarçoveya pêngava ‘Ji bo Guhertin û Azadiyê tu jî rabe ser piyan’ li bajarê Strasboûrg ê Fransayê standa agahdarkirinê vekirin.

Standên ku di haman çarçoveyê de li Elmanya, Swîsre û gelek bajarên Ewropayê hatin vedan li Strasboûrgê dewam dike.

Stanada ku li Qada Kleber hate vedan. di serî de bal hate kişandina ser êrîşên qirker û talanker ên dewleta Tirk a li ser Kurdistan û qirkirina xwezayê. Broşurên bi zimanê Fransî, Elmanî, Îngilîzî, Kurdî û Tirkî ji aliyê kampanyayê ve hatibû amadekirin bal dikişîne ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistan, dîsa êrîş û şideta li ser jinê û zababûna têkoşînê. Her wiha di broşuran de ev hate gotin: “Azadî xweparastina herî mezin e.”

Her wiha wê 3’yê Cotmehê jî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasboûrgê jî ji aliyê saziyên femînîstan ve jî resepsyonek bê dayîn.