TJK-E: Ji bo ku rê nedin faşîzmê ber bi Dusseldorfê ve!

TJK-E ji bo meşa navendî ya 4’ê Mijdarê banga tevlêbûnê kir.

Tevgera Jinên Kurdistanê – Ewropa (TJK-E) derbarê meşa 4’ê Mijdarê ya Dusseldorfê ya ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, ‘’Dewleta Tirk a faşîst ku hebûna xwe li ser tinebûna Kurdan ava kiriye, di serî de li Kurdistanê li hemû devera dinyayê li dijî gelê me konsepta êrîşa giştî sazkar kiriye û hewl dide faşîzma bi dozaja zêde bîne asta herî zêde, welatên Ewropa ku ji xwe re dibêjin em demokrat in jî li gor berjwendiya kapîtalîst dibine hevkarê van êrîşên faşîst ku bi ti awayî mirov nikare qebûl bike.’’

‘TI HÊZ WÊ NIKARIBE ME JI RÊBERTIYA ME QUT BIKE’

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk bi salan e li Kurdistanê konsepta şer û îmhayê sazkar kiriye, ev konsepta şer gav bi gav aniye bajaran, di serî de jin, şoreşgerên ku têkoşîna demokrasiyê didin, nûçegihan,akademîsyen û muxalîf kirine hedefa xwe, çi kesê ku deng derdixin hewl dane ku rehîn bigirin.

Bi berdewamî hate gotin li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda 19 salan hatiye asteke wiha ye ku êdî ne îşê êqil e û pê dixwazin gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hev qut bikin û wiha domand, ‘’Divê hemû dinya bizanibe ku ti hêz wê nikaribe roja me tarî bike, wê nikaribin têkiliya me ya bi Rêbertî re qut bikin.’’

LI DIJÎ YASAYÊN ELMANYA HELWEST

Di daxuyaniyê qedexekariya Elmanya ya li ser xwarin-xwarin, standên pirtûkan, cil û berg û reng û flamayan û hate gotin ev helwesta Elmanya nayê qebûlkirin û hate hate gotin, ‘’Hemû şoreşger û gelê Elman divê li dijî vê hişmendiyê ku bi demokrasiyê re qet nagunce têbikoşin û li cem gelê Kurd bin.’’

‘AKP RIZIYA!’

Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin dewleta Tirk bi rengê ne hiqûqî, gef û êrîşan hewl daye ku bibe asteng ku gel tevlî hilbijartinê bibe, hevşaredar hatine girtin, li şûna wan AKP’ê qeyûmên bûkok danîne, bi vê jî qîma xwe neaniye û dewleta Tirk 4’ê Mijdara 2016’an bi darbeyekê parlamenter û hevserokên HDP’ê girtine, destlênedana 5 parlamenterên HDP’ê rakiriye.

Her wiha bi bomdarî hate gotin AKP berê xwe daye şaredarên xwe, bi rêya çeteyan zarok, malbata şaredarê xwe tehdît kirine û wiha bi salan li paşxanê dewleta Tirk û AKP riziyaye û bêhna cesedan pê ketiye.

TJK-E bi domdarî got gelê Kurd serê xwe ji Erdogan û ji faşîstên beriya wî re netewandiye, bi dirûşma ‘radestî dibe îxanetê, berxwedan dibe serfiraziyê’ li ber xwe daye û wiha bi nav de çû, ‘’Îro jî di serî de jinên me, li welatê me Kurdistanê, li Tirkiyê, li Ewropayê û li gelek deverên dinyayê bi hêza bêhempa a ku ji Rêbertiya xwme girtî em berxwedanê didomînin.’’

‘EM HÊZA XWE ZÊDE BIKIN Û DI MEŞÊ DE WERIN CEM HEV’

TJK-E di daxuyaniya xwe de bang kir û wiha got: ‘’Di serî de Elmanya, welatên Yekîtiya Ewropa, ji ber helwesta ne bihîstyar a CPT’yê û di têkoşîna mafdar de ji ber ku li li pişt dewleta Tirk in wan şermezar dikin; ji bo meşa bi navê ‘’Ji Abdullah Ocalan re û hemû girtiyên polîtîk re azadî’, ‘’dawî li zextên li ser saziyên demokratîk ên Kurdistanî û Tirkiyê bînin’, ‘’Em rê nadin faşîzmê’’ ya ku 4’ê Mijdarê li Elmanya Dusseldorfê wê pêk were, ku ev meş wê Meşa Navendî ya Ewropayê be, di serî de jinên Kurd, em bang li hemû gelê xwe dikin, her wiha bang li hemû derdorên şoreşger-demokrat dikin ên ku têkoşîna dadmendî, wekhevî, azadiyê didin, hêza xwe li hêza me zêde bikin, li dijî faşîzmê têkoşîna şoreşger geş bikin.’’