TJK-E: Ji bo Şengalê em di 18'ê Çileyê de dakevin qadan

TJK-E'yê nerazîbûneke tund nîşanî êrişên dagirkeriyê yên li dijî Şengalê da û bang li Kurdan kir, bi taybetî jinan, li her herêmê di 18'ê Çileyê de dakevin qadan.

Tevgera Jin ên Kurd a Ewropayê (TJK-E) li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a faşîst di 15'ê Çileyê de careke din êriş bir ser qadên sivîl ên li Şengalê. Bêguman ev êrişên dewleta Tirk a faşîst li dijî hêviya azadiyê û şoreşa jinê ya gelên Rojhilata Navîn e. Ev êrişên li ser Şengalê dewama zîhniyeta qirker a li dijî gelan e. Dîktatoriya AKP û Erdogan, bi polîtîkayên Neo-Osmanî dixwaze Rojava û Şengalê dagir bike û derbê li statuya gelê Kurd a li herêmê bixe."

'ÇAWA KU ME DAÎŞ QEDAND EM Ê MÊTINGERIYA TIRK JÎ BIQEDÎNIN'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, çawa ku li dijî faşîzma DAÎŞ'ê berxwedaneke mezin hate nîşandan, heman berxwedan wê li dijî dîktatoriya AKP-Erdogan jî bê nîşandan û hate gotin, "Mêtingeriya Tirk wê tevî nokerên xwe têk biçe. Têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd a li Rojava û Şengalê li pêş çavan e û dewam dike. Ev yek têkoşîna azadiyê û îradeyê ya herî mezin a dîrokê ye. Têkoşîna azadkirina gelekî û parastina hebûna gel e.

'DIVÊ EM LI HER CIHÎ RABIN SER PIYAN'

Baş tê zanîn ku ev êrişên hewayî yên dewleta Tirk wê bidomin. Dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên dijminatiya li gelê Kurd li her qadê, li her devera Kurd lê ne dimeşîne û vê yekê jî di asta hovîtiyê de dike. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd li pêşberî êrişên dewleta Tirk a faşîst bêdeng nemîne. Ji bo jiyana azad û parastina hebûna xwe, divê em li her qadê dengê xwe bilind bikin. Çawa ku li Kurdistanê li dijî hêzên paşverû yên li Rojhilata Navîn têkoşîneke mezin tê meşandin, bi heman rengî Kurdistaniyên li Ewrpoayê jî divê dakevin qadan, li ber xwe bidin û ji bo rizgariya paşeroja xwe ya azad helwestê li dijî dewleta Tirk a dagirker nîşan bidin. Gelê Kurd li ku dibe bila bibe divê bi ruhê yekîtiya neteweyî li dora Şengalê bicive.

'DIVÊ JIN LI BER ZÎHNIYETA KOLEDAR RABIN'

Pêwîste neyê jibîrkirin ku têkoşîna li dijî faşîzm û dagirkeriyê, mafê herî rewa ye. Divê em vî mafê xwe heta dawiyê bi kar bînin. Hovîtiya ku li jinên Kurd hate kirin li pêş çavan e. Li dijî vê yekê divê bi taybetî jin xwedî li şoreşa jinê ya li Şengalê derkevin, biparêzin û li her qadê biparêzin. Faşîzma AKP-Erdogan hevkarê DAÎŞ'ê ye. Ya ku ev hêzên faşîst paşverû ji jinan re rewa dibîne jiyaneke bi koledarî ye. Jin divê vê rastiyê bibînin, beriya her kesî dakevin qadan û li ber komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk rabin."

'DI 18'Ê ÇILEYÊ DE EM DAKEVIN QADAN'

Di dawiya daxuyaniya TJK-E'yê de hate gotin, "Li dijî van êrişên dewleta Tirk a dagirker di serî de jin divê Kurdistanî û dostên wan hemû li dijî polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk rawestin û di 18'ê Çileyê de dakevin qadan û têkoşînê geş bikin. Ji bo xwedîderketina li Rojava û Şengalê ku şoreşeke jinê ye, ji bo têkbirina êrişên qirker û dagirker em dakevin qadan. Divê neyê jibîrkirin ku em bi hev re dikarin faşîzmê hilweşînin û azadiyê biafirînin."