TJA'yê ji bo 28’ê Gulanê her kes vexwend ser sindoqan: Têkbirina vê desthilatdariyê ferz e

TJA'yê ji bo tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê her kes vexwend ser sindoqan û got, "Faşîzma ku me ew di 14’ê Gulanê de rawestand, di 28’ê Gulanê de em ê wê têk bibin. Têkbirina vê desthilatdariyê berpirsyarî û ferz e."

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê ya ku wê di 28'ê Gulanê de pêk bê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin “Serhildana mêtingeriya herî kevn; îro bi taybetî li Kurdistan û Tirkiyeyê li hemû cîhanê veguheriye şoreşeke azadiyê ya li dijî faşîzmê. Em wek jinên Kurd; helbet hay jê hene ku mezinkirina têkoşîna xwe ya ku em li hember faşîzmê ji bo jiyanek azad û cîhanek azad dimeşînin, hêza herî mezin e ku wê şert û mercên faşîzmê têk bibe.

Li ser vê bingehê jî em ê li hember feraseta mêrê tekparêz, dijraber û olperest ku em bi dirûşma 'Em dê bi jinan re bi hev re biguherînin' ketine rê bi îsrar mezinkirina têkoşînê, dabînkirina azadiya xwe bidomînin û em ê teqez rizgariya xwe bi dest bixin!"

Hêza herî mezin a ku di 14'ê Gulanê de pergala 'yekzilamî' ku weke nûnerê herî mezin ê aqlê faşîst û desthilata mêr a netewe-dewletî ya sed salî, dixwaze xwe bighîne duyemîn sedsaliya komarê daye rawestandin; hêza birêxistinî û îradeya azadî ya jinan bûye. Weke TJA’yê em di wê baweriyê de ne ku ev hêza rêxistinkirî ya jinan, kevneşopiyên wan ên berxwedanê û cehda têkoşînê; wê vê faşîzma ku dijminê jinê ye careke din birûxîne.

Bi hişmendiya ku şandina vê desthilatê ku di halê desthilata şerî de ye, di serî de azadiya jinê di rêya azadiya civakî de diviyatî û berpirsyariyek e; bê ku li hember hîle, dek û dolaban bêzar bimînin, baweriya me di hêla xerakirina van hîle û lîstikan de ye ku em ê li mal, kolan, qadan û di sindoqan de, di her qada jiyana civakî û di her kêliyê de biryardariya xwe nîşan bidin. Divê baş bê zanîn ku em jin; bi baweriya xwe ya têkoşîna azadiya jinan, gelan, ciwanan, nasname û baweriyan em ê destûrê nedin ku ev pergala riziyayî û genîbûyî ya 'yekzilamî' berdewam bike. Em ê hêviya xwe, siberoja xwe û azadiya xwe radestî zordarî û faşîzmê nekin.

Bi vê hincetê em hemû jinan û hêzên demokrasiyê ku di 14’ê Gulanê de desthilata bloka faşîst a AKP-MHP-HUDAPAR'ê ku çavkaniya xwe ya îdeolojîk ji dijminatiya jinê digire û pergala 'yekzilamiyê' ya vê desthilatê dan rawestandin careke din silav dikin.

Weke TJA’yê di serî de jinên Kurd, em hemû jinan, aktîvîstan, rêxistinên femînîst, ciwan û hemû beşên civakê yên ku aştî, azadî û demokrasiyê dixwazin vedixwînin ji bo faşîzma ku me di 14’ê Gulanê de rawestand di 28’ê Gulanê de bi paş ve bixînin û azadiya civakî ji nû ve ava bikin.”