TJA: Leyla Guven bû çirûksa berxwedanê

TJA'yê got: ''Leyla Guven mîna çirûska berxwedanê gihaye her deverî'' û bang kir ku her kes li daxwazên Leyla Guven û berxwedêrên grevên birçîbûnê bike û têkoşîna demokratîk geş bike.

TJA ji bo Leyla Guven ku ev 80 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye daxuyaniyek da.

'BERXWEDANÊ AKP-MHP Û DARAZA WÊ TIRSAND'

Di daxuyaniyê de hate gotin Leyla Guven ji gelek pêşengên têkoşîna azadiyê yek jê ye û bi bawerî û wêrekiya xwe bêyî ku rê li 'bêdengiya tirsê' veke berxwedana xwe didomîne û di demeke wiha de ku yê ku deng ji xwe derdixîne davêjin girtîgehê berxwedana Leyla Guven 'mîna çirûskê li her deverê pêketiye.”

TJA'yê got berdana Leyla Guven geşedaneke baş e lê ev bi vê re careke dî derketiye holê ku daraza Tirk bi fermana desthilata AKP-MHP'ê dixebite û ev jî ji tirsa berxwedana grevên birçîbûnê yên li zindanan, li Rojava, Hewlêr, Strasboûrg, Gallerê ye û li her devera cîhanê berbelav bûye û domand: ''Leyla Guven, lîstika bi mebesta ku berxwedanê û daxwaza berxwedanê tasfiye bike, careke dî pûç kiriye.''

BANG

TJA'yê li dawiyê got: ''Em jin bi geşkirina têkoşîna jinê, berxwedana jinê, bi hişmendiya Leyla Guven ku her deverê dike qada berxwedanê, heta ku tecrîd were şikandin têkoşîna xwe li her deverê geş bikin'' û beriya ku agahiyên mirinê ji grêvên birçîbûnê yên li zindanan, Hewlêr, Strasboûrg, Galler û bajarên dî were, banga li dînamîkên netewî û navnetewî, tevgerên jinan, şexsiyetên siyasî û aştîxwaza kir ku li daxwazên Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîdê xwedî derbikevin û têkoşînê geş bikin.