TJA: Em li pêşberî betalkirina wekîlya Aydogan bêdeng nemînin

TJA'yê nerazîbûn nîşanî betalkirina wekîliya parlamentera HDP'ê Nûrsel Aydogan da û bang li jinan û rêxistinên jinan kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA), li ser betalkirina wekîliya Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Wekîliya Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, ku ji aliyê vîna bi mîlyonan jinan ve hate hilbijartin, ji aliyê hikumeta AKP'ê ya ku temsîlkariya zîhniyeta serdest a mêr dike, hate betalkirin."

TJA'yê diyar kir, di şexsê siyasetmedarên jin ên li nava HDP'ê de, qirkirina siyasî tê kirin û wiha dewam kir: "Em vê hêrsa li dijî têkoşîna azadiya jinê ye, di salên 1990'î de ji zîhniyeta ku wekîlên DEP'ê girt û wekîliya wan betal kir nas dikin. Em vê yekê ji zîhniyeta ku wekîliya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag betal kir, nas dikin. Em vê yekê ji polîtîkayên we yên li malan, kolanan û dibistanan jinên berxwedê dikujin, nas dikin. Sedema vê tirs û hêrsa we, serketina têkoşîna jinan a ji bo civaka azad e."

'EM Ê SÎSTEMA WE HILWEŞÎNIN'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ew ê bi hev re, sîstema ku jinê li derveyî qada civakî dihêle û jiyaneke koledariyê li ser jinan ferz dike, hilweşînin û hat gotin, "Di şexsê hevalên me Nûrsel û Fîgen de, ku wekîlên bi mîlyonan mirovî ne, em ê xwedî li têkoşîna azadiya jinê derkevin, li her cihî têkoşîna xwe mezin bikin û pêşî li van polîtîkayên we bigirin."

TJA'yê bang li hemû wekîlên jin ên li Meclîsê, sazî û rêxistinên jinan kir, ku li dijî vê bêhiqûqiyê bêdeng nemînin û bi xurtî nerazîbûnê nîşan bidin.