TJA: Em li dijî yasaya înfazayê ya cihêkar rabin

TJA'yê bang kir ku her kes tevlî kampanyaya îmzeyan a li dijî yasaya înfazê ya cihêkar rabe û got yên îstîsmara cinsî dikin têne berdan lê yên ji ber ramanên xwe girtî ne nayên berdan.

Tevgera Jina Azad (TJA) bang kir ku her kes destekê bide kampanyaya îmzeyan ya li dijî yasaya înfazê ya cihêkar ku li gel gelek sazî û partiyên siyasî bi hev re dane destpêkirin.

TJA'yê di daxuyaniya niviskî de got li ser mafê jiyanê û tendiristiyê ya bi hezaran girtî û cezaxwariyan gefeke mezin heye.

TJA'yê bal kişande ser yasaya înfaza cezayê û got ji daxuyaniyên ku li çapemeniyê xuya dibe ev verastkirina yasayî ne dadmend e û dûrî rêgeza wekheviyê ya Destûrê ye û di serî de peymanên navnetewî Destûrê bixwe jî tine dihesibîne.

TJA'yê got desthilata AKP-MHP'ê bi çarçoweya sûcên îstîsnayî xwe hazir dike komkujên jinan, yên ku îstîsmara zarokan kirine û sûcên êşkenceya zayendî kirine berde û li aliyê dî jî mafê jiyanê yê girtiyan û jinan ku ji bo têkoşîna azadî û wekheviyê dane û ji ber ramana xwe girtî ne, tihe dihesibîne.

TJA'yê bang li hemû jinan û dilxwazên demokrasiyê kir ku li dijî yasaya înfaza cezayê ya desthilata AKP-MHP'ê destekê bidin kampanyaya îmzeyan ku li wan li gel gelek sazî û dezgeh û partiyên siyasî dane despêkirin.