'Zewicandina zarokek 9 salî ji her alî ve kuştina wê zarokê ye' - NÛ BÛ

Jinên Êzidî û Iraqî diyar kirin ku guhertina qanûnî ya ku tê xwestin li Iraqê bê kirin, êrişek li ser têkoşîna jinê ye û gotin, "Zewicandina zarokeke 9 salî ji her alî ve kuştina wê zarokê ye."

DAXUYANIYA TAJÊ

Hewldanên ji bo sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê berdewamin û li hember wê jî helwesteke tund ji bo rawestandin û bidawîkirina vê sererastkirinê heye.

Jinên Êzidî û Iraqî têkildarî hewldanên ji bo sererastkirina yasayê daxuyaniyeke hevpar dan.

Daxuyanî wiha ye:

"Li parlamenta Iraqê guhertina di yasaya kesî ya jimara 188 ya sala 1959’an li Iraqê de tê nîqaş kirin ku têde guhetin bên çêkirin. Di zagonên Iraqê de cih ji mafê jinan re nîne. Zagonên heyî de jî azadiya jin û wekheviya di navbera zayendan de îfade nakin. Hemû zagon bi destê mêr, bi aqlê mêr tên nivîsandin û erê kirin. Guhertina di vê zagonê de jî herî zêde jiyana jinan dixe bin metirsiyê. Zagonên ji bo jin, zarok û mafê wan bi destê mêr tên amadekirin. Yê ku viya nîqaş dike û dide guhertin jî cardin mêr û aqlê dewletê ye.

Em guhertina di vê zagonê de tê nîqaş kirin wekî metirsiya li ser jiyana her jinekê di hundirê Iraqê de dijî digrin dest û wisa dibînin. Di rewşa heyî de jin bi tû awayî ji bo jiyana xwe, ji bo parastina mafên xwe ne xwedî tû mafî ye. Newekheviya dewlet di navbera mêr û jin de bi rêya zagonên mîna viya dide avakirin, ev zêdetir maf dide mêr li ser jin bibe xwediyê gotinê. Li Iraqê jî jiyana jinan li her qada jiyanê di bin metirsiyê de ye. Di aliyê siyasî, aborî, perwerdehî û zagonî de mafê jin tên binpêkirin. Rawakirina zewaca zarokek keç a 9 salî, qirkirine. Di şexsê jin de qirkirina civakê ye. Zewaca zarokek 9 salî kuştina jiyanê ye.

Ev guhertina di vê zagonê de bê çêkirin wê bi awayekî fermî rê li ber zewaca zarokên keç ên di temenê 9 salî de vekê. Rewakirina viya wê bibe sedema kuştina jin û zarokên keç di aliyê fîzîkî, derûnî û civakî de.

Em di sedsala 21’an de ku ev sedsal sedsala azadiya jinê ye. Li tevahiya cîhanê jin bi felsefeya “Jin jiyan Azadî” têkoşîn didin meşandin û li dijî zihniyeta desthiladar a baviksalarî li berxwedidin. Li şûna ku Iraq guh bide dengê jinên azadîxwaz, berovajî wê qirkirina jin nîqaş dike û dixwaza pêk bîne. Em guhertina zagonên kesî di perlementoya Iraqê de, êrîşek li dijî têkoşîna jinan dibînin.

Em wek jinên Iraqê vê biryarê bi tûndî red dikin û şermezar dikin. Pêwîste beriya guhertina vê zagonê demil dest bê batal kirin. Em bang li hemû sazî û rêxistinan ên ji bo mafê jin û zarokan di hundirê Iraqê de têkoşîn didin dikin li dijî viya dengê xwe bilind bikin. Cihê zarokên keç yên 9 salî, na zewac, zarok anîn û mala. Cihê wan lîstok, park, kolan û dibistane."