BI DÎMEN

Shiva Ghalvazi: Tevgera Azadiyê yekgirtina hêza hemû jinan e

Derhêner Shiva Ghalvazi diyar kir ku her jinên ji pêkhateyên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi rengê xwe tevlî konferansa 'Jin, Jiyan, Azadî' bûn û beşdariya xwe jî weke cihê şanaziyê pênase kir.

Li paytexta Swêd Stockholmê bi pêşengiya KJAR'ê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' konferansek hate lidarxistin. Ji gelek welatên Ewropayê gelek jin ên akademîsyen, hiqûqnas, aktîvîst, siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl beşdarî konferansê bûn.

Ji beşdaran derhênera Kurd Shiva Ghalvazî ku ji Norwêcê tevlî bû, ji ANF'ê re axivî.

Shiva Ghalvazî çavdêriya xwe anî ziman û diyar kir ku piştî serhildana dawî ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê cara yekem e ku di konferanseke wiha de deng û rengê hemû jinan cih digre.

Derhêner Ghalwazi şanaziya xwe ya ji bo konferansê anî ziman û got: "Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildaneke wisa çêbû ku di dîrokê de qet ji bîr nabe. Heta niha gelek xwepêşandan û komxebat hatin kirin. Lê cawaziya vê konferansê ew bû ku cara yekem ji gelek civatên cuda jin bi deng û rengên xwe hatin cem hev. Jinan bi daxwaz û helwesta xwe derbarê rewşa heyî û siberojê de guftugo kirin. Axaftinên gelek girîng hate kirin. Li dîsa bêjim tişta girîng ew bû ku hemû jin bi hebûna xwe di nav vê xebatê de cîh girtin. Mesela Rosa Sabit derbarê rewşa jinên Ereb ên Sunnî axaftinek kir ku ev civat li Îranê di bin zext û zordariyê de ne. Farîba Belûc dîsa di axaftina xwe dû-dirêj behsa kuştin, zextên li ser jinên Belûc kir. Meryem Fethî axaftineke li ser navê KJAR'ê kir ku helwesta tevgera azadiyê anî ziman. Dîsa Rojîn Mokriyanî behsa kêmasiya retorîkê ji bo çareseriyê kir, fikr û perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman. Her kes bi serbestî û dilgermî nêzikatiya xwe anî ziman. Ev konferans û pêşrebaniya KJAR'ê wê ji bo nifşê nû jî bibe mînak ku ji bo siberoja xwe bikaribin li ser mijarên bingehîn li hev bikin. Ez gelek şanaz û kêfxweş im ku di vê konferansê de cîh girtim."