Saziyên jinan li dijî zêdebûna şideta li ser jinan çalakiyek kirin

Li bajarê Kerkûkê rêxistina mafê jinan li dijî zêdebûna şideta li ser jinan çalakiyek ya nerazîbûnê lidar xistin.

Di saetên 15:30î ya de li baxçeyê qeleya bajarê Kerkûkê rêxistina mafê jinan û çalakvanên kar û barê jinan, li dijî zêdebûna şideta li ser jinan û kuştina jinan çalakiyek ya nerazîbûnê lidar xistin. Di çalakiyê de Komeleya Hîwa ya Iraqî, Rêxistina Viyan ya Parastina Mafê Jinan, Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK), Yekîtiya Jinan her wiha hejmarek ji çalakvan û parêzerên kar û barê jinan amade bûn.

Di çalakiyê de parêzer û çalakvana kar û barê jinan Aheng Enwer bi navê saziyan daxuyaniyek xwend û ev got: “Li bajarê Kerkûkê bê alîbûn û bê dengbûna şideta li dijî jinan encamên xirab li ser mafê mirov dike. Daxwaz ji her sê serokatiyan û waliyê Kerkûkê dikin ku guh bidin daxwazên me ku girêdayî van xalên destûrî yên Iraqî ne.

1- Li gorî xala 21’ya destûra Iraqî benda çarem ku hemû şideta di malbat, dibistan û civakê de qedexe ye.

2- Li gorî xala 30 benda yekem dewlet malbat û bi taybetî jin û zarok di nava xwe de digre, ji bo pêkanîna ewlekariya civakî, tendirustî û ji bo dabînkirina wan ya jiyanekî bi guncaw.”

Her wiha Aheng Enwer bi navê wan saziyan çend daxwazên xwe pêşkêş kirin ku ji van xalan pêktên.

1- Vekirina cihekî bê alî ji bo kêmkirina wan şedetên ku di kolanan de li ser jin û zarokan dibin.

2- Dabînkirina nexweşxaneyekî derûnî ji bo pêşîgirtina ji bûyerên xwe kuştinê.

3- Guhertina cihê polîsên ku parastina jin û zarokan dikin ya ji bo cihekî din ku her kes bikare bi asayî bigihije wî cihî.

4- Daxwaz ji wezareta hundirîn dikin kar ji bo jinan bê peydakirin û jin jî di dezgayên ewlekariya bajêr de cih bigrin, bi taybetî di beşê lêkolîna şideta malbatî de xwedî cih bin.

5- Bicihkirina hejmarekî bê beramber bi taybetî girêdayî malbat û zarokan ya ji polîsên sivîl ya ji bo girtina gilî û gazindên jinan.

6- Ragihandina pêngavekî ji bo agihdarkirina kesî ya ji bo bandoriya şideta li beramberî malbatê.

7- Redkirina van xalên yasayî ku di yasayên sûc û yasaya derbarê kesayetiyê de, di destûra Iraqê de dijî parastina maf û azadiyan e.”