Meclisa Jinan a DEM Partiyê ragihand ku polîsan êrîşî daxuyaniya gelê Wanê ya li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kirin û bi bîr xist ku bi dehan kes bi lêdanê hatin binçavkirin û got, “Polîsan parlamentera me ya Şirnexê Newroz Ûysal hedef girtin û parlamentera me derb kirin. Em êrîşa li dijî parlamentera me Newroz Ûysal şermezar dikin."
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin, “Em ê rê nedin ku hûn bi zext, binçavkirin, êşkence û rejîma qeyûm a ku li dijî vîna jinan û gelan rewa bikin. Yên ku fermana êrîşê dane polîsan rê li ber êrîşî vîna gel û vîna jinan vekirin û bi rojan e li hemberî tundiya polîsan bêdeng dimînin wê hesab bidin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew bi ti awayî van êrîşên li ser gel û vîna gel qebûl nakin û wiha domand: “Em ê li ber desthilatdariya mêr a faşîst a ku hewl dide bi darbeya qeyûm û êşkenceyê tirsê biafirîne serî netewînin û em ê ti carî paşde gav navêjin. Ne qeyûm wê vîna jinan bi ser bikeve."