Viyan Soran li gelek bajaran hate bibîranîn
Ji bo Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) a ku ji bo şermezarkirina tecrîdê û komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo çalakî pêk anî, li gelek bajaran merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.
Ji bo Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) a ku ji bo şermezarkirina tecrîdê û komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo çalakî pêk anî, li gelek bajaran merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.
Bi boneya salvegera şehadeta Viyana Soran li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriye û Beyrûtê merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.
Di merasîman de bal kişandin ser ruhê berxwedanê û banga mezinkirina têkoşîna azadiya jinê hate kirin.
HELEB
Kongra Star bi boneya salvegera şehadeta Viyan Soran li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê civîn li dar xist. Civîn li hola civînan a MSD`ê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û rêxistinên jinan hat lidaraxistin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Akademiya Şehîd Hêzil a Kongra Star Zîlan Mihemed axivî. Zîlan qala jiyan û têkoşîna şehîd Viya Soran kir û got: "Şehîd Viyan di têkoşîna xwe de gelek bend û kelem şikandin û li Rojhilata Navîn bû semola têkoşîna jinan." Civîn bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.
TIRBESPIYÊ
Bi heman armancê, Meclisa Kongra Star a bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê merasîmê bîranînê li dar xist. Merasîm li hola PYD’ê bi beşdariya bi dehan şêniyan hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Viyan û çalakiya wê ya fedaî hat temaşekirin. Ji rêveberên Kongra Star Nalîn Temo axivî û diyar kir ku şehîd Viyan Soran bi çalakiya xwe ya fedaî mîraseyeke têkoşîna azadiyê ji jinan re hişt. Nalîn da zanîn ku îradeya jina azad dikare planên dagirkeriyê yên li dijî jin û civakê têk bibe. Di dawiyê de nameyên şehîd Viyan Soran hatin xwendin.
ÇILAXA
Li hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Çilaxa jî civînek bi amadebûna bi dehan endamên Kongra Star, saziyên sivîl, meclis û malbatên şehîdan hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtinê endama HPC’ê Sekîna Hec Mehmûd nameya şehîd Viyan Soran a ji bo jinan, Rêber Abdullah Ocalan, PKK û hevalên xwe yên YJA-Starê xwend. Piştre jî sînevîzyonek li ser rêwîtiya têkoşînê ya şehîd Viyan Soran û çalakiya wê ya fedaî hat pêşandan. Merasîm bi bezkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.
DIRBÊSIYÊ
Meclisa Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê jî ji bo bîranîna şehîd Viyan Soran civînek li dar xist. Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevseroka Meclisa bajarê Dirbêsiyê Raziya Îbrahîm têkoşîna şehîd Viyan Soran vegot û anî ziman ku têkoşîna şehîd Viyan Soran qonaxeke girîng di civakê de bû û ev bang li jinan kir "Em jin divê şehîd Viyan Soran wekî mînak ji xwe re bigirin, rêya wê bişopînin û têkoşîna azadiya jinan mezin bikin." Di dawiya civînê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Viyan û nameyên wê hat pêşandan.
TIL BIRAK
Meclisa Kongra Star a bajarê Til Birakê jî bi merasîmekê şehîd Viyan Soran bi bîr anî. Bi dehan jinên bajar, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî amade bûn. Piştî deqeya rêzgirtin endama Kongra Star Sîmav Etê qala têkoşîna şehîd Viyan û rola wê ya rizgarkirina jinan kir. Sîmav got: "Şehîd Viyan keçeke Kurd bû, li hemberî civaka feodal a ku rola jinê biçûk xistibû sekinî û ji bo azadiya jinan gelek xebat da meşandin, li dijî komployên li ser tevgera rizgariya Kurdistanê jî têkoşiya." Di dawiyê de dirûşmên "Bê jin jiyan nabe" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.
BEYRÛT
Bi heman armancê, rêxistina PYD’ê ya Lubnanê bi amadebûna bi dehan endamên partiyê civînek li Beyrûtê li dar xist. Di civînê de berprisa PYD’ê ya li Lubnanê Rêvan Kobanê axivî. Rêvan Kobanê bal kişand ser berxwedana Bendava Tişrînê jî got: "Berxwedana li Bendava Tişrînê tê kirin şerekî leşkerî yê ji rêzê nîne, lê berdewama têkoşîna ji bo serketin û azadiyê ya bi rihê berxwedana şehîd Viyan Soran e. Îradeya gelan ji hêzên dagirker bihêztir e. Têkoşîn û berxwedan jî rêya misogerkirina serketin û rûmetê ne."