Li PE’yê Konferansa Jinên Êzidî wê bê lidarxistin

Di Konferansa Jinên Êzidî ya ku wê bi pêşengiya SMJÊ’yê li Brukselê bê lidarxistin, wê berpirsiyariyên dewletên ku Fermana 74’an weke qirkirin qebûl dikin û bandora xweseriya Şengalê ya li ser herêmê bên nîqaşkirin.

Li paytexta Belçîka Brukselê bi pêşengiya Rêxistina Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) li Parlamentoya Ewropayê (PE) Konferansa Jinên Êzidî tê lidarxistin. Konferans bi hevkariya Navenda Yekîtiya Komelêyên Êzdiyan bi sernavê “Şengal: Civakeke ku di bin gefa qirkirinê de ye. Ji nû ve avakirin temînata aştiya li Rojhilata Navîn e" bê lidarxistin. Konferans wê roja 30'ê Çileyê ji saet 9.00’an heta 18.00'an bidome.

Di konferansa de li ser pirsên mîna “ Dewletên ku vê fermana 74'emîn weke jenosîd qebûl dikin, divê berpirsiyariyên xwe yên mirovî çawa bi cih bînin?”, “Divê Şengal bi çi rê û rêbazan were avakirin” û “Xweseriya Şengalê wê bandoreke çawa li herêmê bike?” Dê pêşkêşî bên kirin. 

Organîzatora konferansê SMJÊ diyar kir ku ji bo Şengal bibe herêmeke ewle, di asta navneteweyî de gavên berbiçav pêwîst in û wiha domand: “Fermana 74’an ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê û hevkarên wê ve di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li ser civaka Êzidiyan pêk hat. Di encama têkoşîn û berxwedana 10 salên dawî de çeteyên DAÎŞ’ê têk çûn û xebatên rizgarkirina jin û zarokên dîl hatibûn girtin hê jî didomin. Gelê herêmê bi xwerêveberiya Êzidiyan bi avakirina sazî û rêxistinên xwe dest bi xebatên avakirinê kirin. Ji bo ku Şengal bibe cihekî ewle, di asta navneteweyî de gavên berbiçav hewce ne."

BERNAMEYA KONFERANSÊ

Di konferansa 30'ê Çileyû ya li Parlamentoya Ewropayê de berdevka SMJÊ’ê Nûjiyan Gunay axaftina vekirinê bike, wê nûnerên hin partî û saziyên siyasî mafê axaftinê bigirin û peyamên xwe pêşkêş bikin.

Piştre wê du panelên cuda bên lidarxistin.

Panela yekemîn a bi moderatoriya parlamentera berê ya HDP'ê Feleknas Uca wê bi sernavê "Pejirandina qirkirinê, encamên wê û berpirsiyariyên navneteweyî" bê lidarxistin. Yek ji şahidên fermana 74'an, azadiya jinan û xweparastinê Sûad Mirad Xelef; Şêwirmenda Hiqûqa Ceza û Mafên Mirovan a Navneteweyî û parêzer Rojda Aslan, “Di hiqûqa navneteweyî û asta siyasî de nasîna qirkirinê, pispora siyasî Dr. Leyla Ferman, “Têkiliya di navbera berpirsiyariya hiqûqî û edaletê”, rêvebera Şêwirmendiya Mafên Mirovan û Pirsgirêkên Zayendî Marîon Boker dê bi sernavên "Sûcên şer ên li dijî jinan û berpirsiyariya navneteweyî" de pêşkêşiyên xwe bikin.

Mijara panela duyemîn a bi moderatoriya Şîlan Bedel Xidir, "Perspektîfên berdewamiya avakirin û naskirina rêveberiya xweser a Şengalê" ye.

Di vê beşê de Suham Dexîl Reşo, yek ji şahidên fermana 74’an e dê “Xwe birêxistinkirina jinan û perspektîfên pêşerojê”; Zanyar û Rojnamevan Dr. Rassmann, "Herêma bi nîqaş Şengal"; “Dr. Mechthîld Exo dê behsa “modela pêşerojê û çareseriya Şengal û herêmê” bikin.

Bernameya ku wê saet di 09:00 de dest pê bike, piştî daxuyaniya dawî ya konferansê wê saet di 18:00 de biqede.